Roja pênçşem 10.08.2017 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Keya Îzol Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê kir.Li hevdîtinê de Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê palpiştiya xwe û Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ji bo referandûm û proseya serbixweyiyê ragihand û eve jî xisterû ku revenda Kurdî ya her çar perçeyan bi coşiyê ve piştevanê referandûmê ne. Her wiha behsa wê bername û kar û çalakiyan kir ku Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi niyaze li Parlemena Swêdê û civînên girseyî û cemawerî li Swêdê û anîna çavdêrên navdewletî ji bo Kurdistanê encam bide.Li beranber da Serok Barzanî spasî rola Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ya li piştevanîkirina referandûmê kir û destxweşiyê li wan kir. Li axaftina xwe de balkişand li ser biryara referandûma Kurdistanê û tekez li wê yekê kir ku ev biryar biryara xelkê Kurdistanê ye û li encama şikestanîna şeraket û tevafuqa li Iraqê da pêkhatiye. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî ronahî xiste li ser civîna aliyên siyasiyên Kurdistanê ya li 7 ê hezîrana 2017 ku têda biryar hate dayîn 25ê eylûla 2017 wekî roja encamdana referandûmê bê diyar kirin û bi rojekî bi rûmet li dîroka gelê Kurdistanê de wesifkir. Serok Barzanî dûpat jî kir ku referandûm ji bo serbixweyiye û ewên dibêjin dem ne guncawe ji bo referandûmê divê ji me re bibêjin ka kengê guncawe? yan bedîla referandûmê çiye?