Liberalên Swed pişgirya serxwebûna Kurdistanê dikin

Komerk parlementerên Partiya Liberal a Swed di derbarê referandumê serxwebşna Kurdistanê de daxuyaniyek hevbeş belav kirin û daxwazi ji hukumeta Swed kirin ku pişgiriya serxwebûna Kurdistanê bike.Parlementer di daxûyaniyê de dibêjin:
Hukumeta herêma Kurdistanê biryar daye ku roja 25ê Îlonê referandumê pêkbîne.Di referandumê de ev pirs tê kirin, gelo hemwelatiyên herêmê hê jî dixwazin ser bi hikûmeta navendî ya Bexdayê bin an jî ser bi Kurdistaneke serbixwe bin. Ji bo me ya bingehîn mafê çarenivîsê ye. Divê em hemû bikarin desrbarê paşeroja xwe de biryara xwe bidin. Em piştgirî didin mafê kurdan a diyarkirina çarenivîsa xwe.Li gorî destûra Iraqê divêya di sala 2007ê de ji bo diyarkirina çarenivîsa herêmên kurdî yên li Kerkûk, Diyala, Selahadîn û Nînowayê giştpirsiyek bihata kirin. Herwiha di destûrê de hatiye bicîhkirin, ku divê ji sedî 17ê dahata welat bidin hikûmeta Herêma Kurdistanê, divê hikûmeta Iraqê Hêzên Pêşmerge bi fermî qebûl bike û weke beşê bakûr a Artêşa Iraqê binase û hikûmeta navendî xercên wan pêşwazî bike.Ev 10 sal in Bexdayê ev giştpirsî paşve xistiye. Di van çend salên dawiyê de jî meaşên karmendên hikûmet û di nav de jî yên Hêzên Pêşmerge nehatine dayîn. Di heman demê de dahata petrolê li gel Herêma Kurdistanê nehatiye parvekirin. Hikûmeta navendî çend caran eşkere kiriye, ku nikare çavdêrî û parastina hemû welat bike. Iraqa nû li hember Kurdistanê heman siyaseta Pan-erebîzmê berdewam dike, ku vê înkarkirinê herdem şkest xwariye.Em weke Lîberalan wisa dibînin, ku Iraq bûye dewleteke şkestxwarî û bi nêrîna me ya herî baş ew e, ku Iraq û Kurdistan bi rêyên cuda re herin. Eger gelên Iraqê di çarçoveya sînorên nîştîmanî de nikarin bi hevre bijîn, dikarin weke cîranên baş bi hevre bijîn.Di sala 2010ê de weke lîberalan em beşdarî Lûtkeya Bahara Siyasî li Swêdê bûn û me biryar da ku piştgiriya Kurdistaneke serbixwe bikin, û ji bow ê kar bikin. Hevsoziyeke me yê dîrokî li gel gelê kurd heye. Lewma em bi erênî pêşwaziya giştpirsiyê dikin û li hêviya wê ne, ku li cîhanê dewletekî nû yê demokratîk were avakirin.Parlementerên Liberal dawiyê de didin xûyakirin ku ew,ewleta serbixwe ya Kurdistanê nas dikin û daxwaz ji hukumeta welatê xwe dikin, ku ew jî bi erênî pêşwaziya vê biryarê bikin.