DosyaPolîtîk

Ewên êşa bindestî û komkujiyê dîtine, nirxê azadiyê dizanin

Roja çarşem 09.08.2017 li bajarê Hewlêrê û li hola Şehîd Se’ed Abdullah Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê li gel hejmareke zêdeyê mamosta û zanayên olî û kesayetiyên fikrî û oliyên Kurdistanê civiya.Di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û têda ronahî xiste li ser referandûm û biryara gelê Kurdistanê ya ji bo piyadekirina mafê çarenivîsê û ragihand, referandûm tenê ne ji bo gelê Kurde û ji bo tevahiya pêkhatên neteweyiyên Kurdistane.Her wiha eve jî xiste rû ku Iraq şikest aniye ji wê yekê ku bikarê Kurdistan wekî hevbeşekî rasteqîne qebûl bike û zêdetirê 4500 gundên me wêran kir, ji bilî proseya asîmîlasyonê, gelê Kurd enfal kir û bi çekên kîmyayî jî Kurdistanê bombebaran kir.Serok Barzanî di derbarê binpêkirina destûra Iraqê jî ronahî kir ku piştî 2003 Hikûmeta Iraqê, nêzîkî 55 maddeyên destûrî binpêkirine, ku zêdetirê gelê Iraqê deng pêdaye, heman demî de Sûnne û Kurd jî hatin îhmal kirin. Dûpat jî kir ku Kurd hewleke zêde daye ji bo wê yekê ku welateke federalî li Iraqê bê avakirin û li 2004 rêjeya Kurd li artêşa Iraqê %40 bû, lê belê niha ew rêje sifre.Serokê Herêma Kurdistanê, balkişand li ser wê yekê ku çend carek me ragihandiye, eger Iraq li binpêkirina destûrê de berdewam bê, wê demê Herêma Kurdistanê beşek nabê ji Iraqê.Di derbarê wan kes û aliyên ku dibêjin dema encamdana referandûma serbixweyî ya Herêma Kurdistanê ne guncawe, Serok Barzanî ragihand, bila ew pêşniyaza demeke guncaw bikin û bedîlên xwe bixin rû. Her wiha ragihand, eger ewên daxwaza paşxistina referandûmê dikin wan hîç bedîl û alternatîfekî bi hêztir nebê, bila daxwaza paşxistina referandûmê nekin, ji ber ku em li paş naxîn.Her li dirêjahiya axaftina xwe ya li gel mamostayên olî Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Mamostayên olî li şoreşa eylul roleke serekî dîtin, li arastekirin û handan û bilindkirina me’newiyata xelkê de, hinek ji mamostayên şehîd jî bûn, daxwaz ji we dikim ew rola we li şoreşa Eylul de dîtiye ji bo serbixweyiya Kurdistanê jî wê rolê bibînin, eger temaşa dîrokê bikîn hemû rêberên me kesayetiyên olî bûn, her ji Şêx Abdullahê Nehrî heta digihe Şêx Abdulselamê Barzanî û Şêx Ehmedê Barzanî û Şêx Mehmûdê Hefîd û Şêx Se’îdê Pîran û Seyîd Riza û Pêşewa Qazî, min herdem baweriyeke tevahî heye ku ol û niştîman ji hevdû nayên cûda kirin û temamkerê hevdû ne, beşekî zêdeyê wê xebatê dikevin ser milê we yên birêz, divê xelkê têbigihînin û pêbigihînin”.Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê û got: “Ewên êş û azarên bindestî û enfal û kîmyabaran û derbederiyê dîtiye, ew nirxê azadiyê dizanin”.Li beşekî dinê gotara xwe de Serokê Herêma Kurdistanê got: “Referandûm yê take kesek nîne û yê hemû takêkî Kurdistan û hizbên Kurdistane, ewên roja 7 hezîranê wê biryarê dan, serweriyekî mezin ji bo xwe li dîroka Kurd û Kurdistanê de tomarkirin”.Ji bo temaşekirina videoya vê gotarê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin… 

Back to top button