Li gora nûçeyeka Basê, yek ji rêxistvanên xwepêşanderên 17ê Sibatê rexneyên tund li YNKê kirin û aşkera kir, nûnerên wê partiyê kêmî sedî 10ê xelkê Kurdistanê ye, lê 7 mehe pêkanîna hikûmetê paş dixe.
Behroz Cehfer di gotara xwe ya bi navê ‘’Xema Dewlet û Çaksaziyê’’ de behsa dosyaya Dadwer Gorran kir, ku şeva sêşemê bo roja çarşem a duh 01.05.2019ê dawî bi jiyana xwe anî û diyar ku ‘’Cudayiyeke vê mirinê heye ew jî, mirinekî jib o xemên giştî û xemên niştimanekî bi exlaq pêkhatiye ye.’’
Behroz Cefher dibêje dewleta Kurdistanê, heta çaksazî ji nav ve pêkneyên û heta nas kirin jî ji derve ve çênebe ava nabe û misoger nabe. Herwaha derbarê çaksaziyên navxwe yên Kurdistanê de jî venaşêre ku ‘’Partiyekî wek YNKê nûnerên wê ji sedî 10ê rûniştvanên herêma Kurdistanê kêmtir e, lê nêzîkî 7 mehe pêkanîna hikûmetê paş dixe, ji bo çi? Ji bo du yan jî sê erk zêde bidest bixe, ku bikare kutle, bask û aliyên xwe bikare pê bi vejîne.’’
Herwaha derbarê wê helwêstê YNKê de jî amaje bi peyvendiyên navbera YNKê û Îranê kir û got: ‘’Tu nikarî behsa du mijarên niştimanî bo wan bikî, diçin gel Îranê û Iraqiyan û li çapemeniyê û ji facebookê jî du car hind tiştan li ser zêde dikin û dicûn.’’
Ev gotinên Behroz Cehfer di demekî de ye ku hin ji berpirsên YNKê bangeşeya wê yekê dikin ku sedemê serekî yê paşxistina pêkanîna hikûmetê PDK ye.