Di derbarê rastnivîsîna Kurmancî da
Pêşî ez Roja Kardêran ya Cîhanî li hemî xebatkarên medyayî ya kurdî pîroz dikim û jîyaneka serkeftî û bextewer ji wan hemîyan ra dixwazim.
Di hin nûçeyên televizyon û rojnameyan da “Roja Karkeran (Kardêran) ya Cîhanî” weke “Roja Cîhanî ya Karkeran” hatibû nivîsandin, ku bi ya min wateya wê ne roja karkeran e, roja cîhanê ye. Mixabin ev îzafeya zîncîrî li gelek deveran şaş dihê bikarînan. Gelek mixabin medyaya kurmancî bi şaşîyên rastnivîsînê miştin. Em hemî bi vê dîyardeyê zanin. Li ser peyvik û terman da jî divê em li hev bên. Weke mînak: Di pehlevî da peyvika “karker” weke “kardar” xuya dike. Ku em jî ji dêvla peyvika “karker”, ku pir bi kar dihê anîn, peyvika “kardêr” bi kar biînin ma ne çêtir e û hwd.
Ji alîyê dî va, divê RAMAN Û BÎRDOZÎYA WE ÇI DIBE BILA BIBE edî hûn jî mijûlî rastnivîsîna kurmancî bibin. Lewra, ji bîr nekin ku medyaya kurmancî di heman demê da dibistaneka zimanê kurdî/kurmancî ye jî. Hûn jî berpirsîyarin ji van pirsgirêkan. Niha, du berhemên hêja li bazarê ne. Yek Rêbera Rastnivîsînê ya birêz Mistafa Aydoganî, û ya dî jî Rêbera Rastnivîsînê ya Weqfa Mezopotamyayê ye. Divê em jî weke neteweyên dinyayê yên din xwedan rêberekî rastnivîsîneka tekûz bin. Ji kerema xwe rexne û pêşnîyarên xwe bigihînin deverên pêvendîdar û tevlê guftugoyan bibin. Nihoke, di malpera Ria Teze da zimanzan di derbarê rastnivîsînê da ramanên û pêşnîyarên xwe peşkeş dikin. Mala wan ava.
Ez bi xwe di nivîsdariştinê da pabendê rêzikên (prensîbên) van Rêberan im.
1-Paşdaçekên “de”, “re” û “ve” weke “da”, “ra” û “va” dinivîsîm. Min dêhnê xwe dayê ku heke bu tîpa “a”yê biqede dengsazîya (dîksîyona) kurmancî xweştir dike. 🙂
2- “îy”ê weke “îy” dinivîsîm.
3-“sala 1920-î”, weke “sala 1920-an”
4-(- ek-e) weke (-ek-a)
5-Ne“Ez dê biçim Kurdistana Başûr”, rastîya wê “Ez dê biçim başûrê Kurdistanê” ye. Lewra hêl (direction) û herêm ne yek in.
6-Bi tu awayî divê daçekên kurmancî “ji”, “bi”, “bê” “li” ji nav neyê birin. Ne weke “bo”, weke “ji bo”. Ev daçek gelek girîng in û hevokê diherikînin û bihêz dikin. Ev bi hevalnavê (rengdêrê) va bi hev va, bi hevalkarê (zarf) ra dûda dihê nivîsîn.
7-Ex navdêrên hevdanî bi hev va, kirdeyan ji hev cüda dinivîsîm. Erê, ez wisa dinivîsim û hwd. Di medyaya kurdî da divê bihevguhastin û hevkarîgerî (interaction) ya peşnîyaran û ramanan hebe.
Armanca gihandina rasnivîsînê divê ev be: Rastnivîsîn çi qas hesan, basit, hevgirtî û zelal be, ew qas baş e. Yên ku bi nivîsdariştinê ra mijûlin ne tenê kesên xwende û akademîk in, cihêl û kesên asayî jî bi nivîsdariştinê ra mijûl in.
Zimanzan û pisporê zimên rêzdar Xelîl Aktug weha dibêje: “Hêmana herî girîng ji bo zimanan, rastnivîs e. Standartkirina nivîsandina zimanan, bi saya rastnivîsê tê sazkirin. Bêguman amadekirina rastnivîsa zimanekî bi xebata sazîyan tê zelalkirin, bi biryara dewletê tê safîkirin. Mixabin îro di rastnivîsa kurdî de tevlîhevîyeka mezin heye. Ku di ziman û perwerdeyê de yekêtî çênebe. Ji kesên xweyîyê wî zimanî jî neteweyek pêk nayê. Çimku ihtîyacê neteweyekê bi lihevkirinê heye. Hem ji bo perwerdeyê û hem ji bo danûstandinê. (Pirsgirêkên zaraveyan, pirsgirêkên giranin ne mijara vê gotarê ne.)”
Ji kerema xwe di vê kêşeyê da berpirsîyarîya xwe ji bîr nekin.
Jîyan bi kurmancî xweş e!
Bi hêvîya rastnivîsîneka biencam û lihevhatî, her şad û bextewer bin.
Nurî Erpolat