Polîtîk

YNK kêşeyeke nû ji Kurdistanê re derxist

Endameke Fraksiyona YNK li Parlemena Kurdistanê ragihand Rêwaz Fayeq li çarçêweya desthilatên xwe da biryara hilgirtina parêzbendiya li ser Soran Omer Parlementerê Komela Îslamî hilweşand. Peyvdarê Fraksiyona PDK jî dibêje Seroka Parlemena Kurdistanê “li bin gefan da bûye”.

Li 07.05.2020 bi dengê 57 Parlementeran parêzbendiya Soran Omer Endamê Parlemena Kurdistanê hatibû hilgirtin. Loqman Werdî Endamê Fraksiyona YNK li Parlemena Kurdistanê îro dûşem 15.06.2020 ragihand ku Seroka Parlemen wê biryarê hilweşandiye, “ji ber ku bi bêyî amadebûna Seroka Parlemen derçûye û wê bi xwe Serokayetiya rûniştina Parlemenê nekiriye”.

Loqman Werdî behsa ewe jî kir ku berî civîna Parlemen li 07.05.2020 ewan heft fraksiyonên Parlemen daxwaz kirine babeta hilgirtina parêzbendiyê nexin dengdanê, “Ji ber ku baş nabê û encamên wê xerap dibe”. Her wiha dibêje: “Ew hengav hate avêtin berevajiya pêkanîna Hikûmet û wê rêkeftinê bû ku li ser rêkeftibûyîn. Ji bo wê yekê Seroka Parlemen li gor peyrewa navxweyî û desthilatên xwe biryara hilgirtina parêzbendiyê hilweşand”.

Pêşewa Hewramî Endamê Parlemena Kurdistanê li Fraksiyona PDK û Peyvdarê Fraksiyonê di derbarê biryarê de ragihand: “Em dizanîn li bin zextê û li bin gefa derxistina Seroka Parlemena Kurdistanê neçarbûye vê fezîheya yasayî encam bide ku cihê xwe nagrê”.

Pêşewa Hewramî dibêje: Ji bo wê yekê biryar cihê xwe nagrê, “ji ber ku % 100 neyasayiye. Bi dengdana Parlementeran ew parêzbendî hatiye rakirin û niha jî hîç yasayek nîne li peyrewa navxweyî ya Parlemen piştgîriya wê biryarê bike”.

Back to top button