Nêçîrvan Barzanî û Karim Khan, erkê (UNITAD) li Iraqê guftûgo kirin

Nîvroya îro birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê peywendiyeke telefonî ji birêz Karim Khan Şêwirmendê Taybetî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê Tîma Neteweyên Yekgirtî ya ji bo Lêkolîna li Tawanên Da’îş (UNITAD) wergirt ku berî Karim Khan îro dûşem 15.06.2020 raporek di derbarê erk û karên xwe ve pêşkêşî Encumena Asayîşa Navdewletî bike.

Li peywendiya telefoniyê da birêz Karim Khan, bi kurtî di derbarê hewlên berdewamiyên (UNITAD) ya bi navê pêkanîna dadperweriya ji bo qurbaniyên tawankariyên Da’îş li Iraqê xiste rû ku ji bilî wan gefên emnî û pêşketina belavbûna pejika virusa Korona, li karên xwe de berdewamin.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî piştgîriya xwe ji bo erkê (UNITAD) li Iraqê dûpat kir û ragihand lêpirsîna li tawankariya Da’îş de, karê pêşîn Herêma Kurdistane û hemû ewên li tawankariyê beramber gelê Kurdistan û Iraqê û tawankariyên dinê beramber Êzdî, Mesîhî û pêkhatên din hatine kirin, divê bidin dadgehê. Rêzdar tekez li wê yekê kir ku serkeftina erkê (UNITAD) peyameke rûn û bihêz dibê ji bo hemû tawankarên ku ji ber kirdarên xwe ve têne sizadan û dadperwerî jî ji bo malbata qurbaniyan tê rexsandin.

Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha got: Ji bo piştevaniya erkê (UNITAD) li Herêma Kurdistanê li gel Encumena Nûneran û aliyên peywendîdarên li Bexda û cihên din hevkarî û hemahengiyê dike, bi taybetî jî ji bo bihêzkirina çarçêweya yasayî ya li proseya dadgehîkirina tawankarên Da’îş bi tometa jenosayd û tawana dijî Mirovayetî û tawana cengê da.

Li dawiyê de birêz Karim Khan ji bo hevkarî û hemahengiya wan ya li gel (UNITAD) spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û hêviya berdewamiya pêkvekarkirin û hevkarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wan ya li Iraqê xwest.

Nerîna min :