Polîtîk
Nêçîrvan Barzanî serxweşiyê li Mîrê Êzdiyan kir

Êvariya îro dûşem 15.06.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyeke telefoniyê de li gel birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan, ji bilî pirse û serxweşiyên xwe yên ji bo malbata rêzdar, hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî Kamîran Xeyrî Begê Pismamê Mîr derbirî.
Ji aliyê xwe ve birêz Mîrê Êzdiyan spas û pêzanînên xwe û malbata xwe pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî kirin.