YNK 69 saliya PDKê pîroz dike

YNKê bo pîrozkirina damezrandina 69emîn ya Partiya Deokrata Kurdistanê peyamek ji Politburoya PDKê re şand. Di vê peyamêda hatiye ku eger aliyên siyasî li hev nekirin, “rêya rast” hilbijartinên pêşwexte. YNKê di destpêka peyama xwede nivîsiye ku “ Em salvegera 69emîn ya PDKê pîroz dikin. bi mebesta rêz girtin li dîroka wê ya têkoşer û  pêşkeşkirina qurbaniyan bo Kurdayetiyê.  Ev yada we di demekê deye ku navçe, Îraq û Kurdistan di rewşeke nazik re derbas bibe. Hêvîdarin aligirê xwe han bidin bo derxistin û şikandina DAIŞê û pêşvebirina hevbeşiyê.”Di peyamê de YNKe behsa rewşa niha ya Herêmê kiriye û raya xwe li ser hilbijartinê pêşwext eşereke kiriye û gotiye “ Em daxwaz dikin ku peyvên li hevkirin û tifaq bi wateya xwe rast û pêvajoya dîrokî were bi kar anîn û bive bingeha lihev nêzîkbûnê. Eger me li hevnekir wêga rêya rast hilbijartina pêşwexte.”Politburoya YNK wiha got: “69emîn salvegera damezrandina hevpeymanê me PDK, pîroz be.” 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: