Polîtîk

Barzanî: Werin pêkve biryarê bidîn

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî îro daxuyaniyek belav kir û di daxûyaniyê de daxwaz ji partiyên siyasî kir ku kom bibin û dawiyê li problemên dest dayin bînin.Peyama Serok Barzanî: Bi navê xwedayê mezin û dilovanJi bo derbasbûna ji vê qeyranê daxwaz ji wan hemû partî û hizban dikim ku li nav Hikûmet û Parlemanê ne û ewên muhleta wan ya yasayî heye, ku berî 20.08. kom bibin û her çi bi başî bizanin û ji bo berjewendiya welat û dawî anîna bi qeyranê biryar li ser bidin bo ku ew bê bi cîh kirin.Daxwaz ji Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê dikim ji bo vê mebestê hemahengiyên pêwîst encam bide.Mesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê16.08.2015  

Back to top button