Nivîsar

Yekrêzî li rojavayê Kurdistanê statûyekî destve tîne

Ev demek e ku mercên yekrêziya tevgera kurd li rojava peyda bûye. Cara pêşî ye ku berjwendiyên hêzên navneteweyî û yên kurdên rojava guncaw dibin.

Ezmûna sîyasî ya ku rojava têre derbasbû baş da xuyakirin ku ev îdare dibin destheltiya kadroyên PKK tûşî gelek astengan hatiye , ne mumkin e ku Turkîye vê îdarê liser sînorên xwe qebûl bike.

Di 2013 projeyek ji bo çareserîyeke sîyasî bo pirsgirêka kurd li bakur hat amadekirin. Çûna serok Barzanî ji bo vê armancê bû. Proje ew bû ku PKK di hundurê Tirkiyê de çek deyne û dest bi xebata demokratik bike. Lê hêzên tarî ji herdu alîyan ev piroje têkbirin. Nuha gelo PKK dixwaze vê projê li rojava bi cîh dike..? Eger bixwaze jî lê ne serkeftî ye.

Çi cara ku tevgera kurd gavên ber bi guhertinên erênî ve avêtiye , rastî provekasyon û astengiyan hatiye. Di vê dema ku guftgoyên navbera. ENKS û PYD de bi alîkarîya Amêrîka gavên girîng ji bo yekrêziya tevgera kurd li rojava pêk tîne , em dibînin ku medya ser bi PKKê ve nûçeyên provakativ belav dike.

Nimûne gelek in eger em hinekî li dîroka van provekasyona binêrin. Ji dema Ozal û ta niha bi dehan plan û leystikên dewleta Tirk û hev karên wê dibînin. Em zû jibîr dikin.
Ji roja damezrandina PKKê û ta niha em girêdaneke nehênî û tarî di nav dewleta kûr ya Tirk û hin alîyên tarî û xwedî desthelat di PKKê de dibînin.

Bi van kiryaran yekrêziya mala kurd ne mumkun e . Lê çi dibe bila bibe ENKS divê bi bê rawestan ji bo yekrêziyê hemû hêza xwe ji bo vê armancê bikar bîne jiber ku
yekrêziya tevgera kurd li Kurdistana Sûrî dê statusekê bo rojava bidest bixe.

Nûrî Haco

Back to top button