
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li meha Gulanê de ji bilî birêvebirina wargehên li Kurdistanê çendîn kar û çalakiyên din encam dane û evê li xwarê jî rapora kar çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya meha Gulanê ye.
7 hezar paketên xorekê ji malbatên kêmderamet
Rêkefta 03.05.2020 li bajarê Hewlêrê ji bo meha pîroza Remezanê û bi armanca zêdetir xizmetkirina malbatên hejar û kêmderametên li Herêma Kurdistanê û navçeyên dinê Iraqê, li civîneke rojnamevaniyê de bi amadebûna Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Nûnerê Kompanya Korek Telecom projeya dabeşkirina 7 hezar paketên xorekê hate ragihandin.
Li destpêka civîna rojnamevaniyê de Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî spasiyeke taybet li Kompanya Korek Telecom kir ku çendîn sale palpişt û hevkareke berdewam ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûye û li çendîn projeyên wekî hevkariya xorekî û projeyên çavdêriya azîzan û çendîn projeyên din pêkve encam didîn. Her wiha ragihand: Îro dest bi dabeşkirina wan tê kirin û bajarên Kurdistanê û parêzgehên Basra, Bexda, Musil û Musenna û çend navçeyeke dinê Iraqê li xwe digre û hemû sûdmendên vê projeyê 7 hezar malbat dibe.
Hevkariya 4.226 zarokên ezîz kirin
Li çarçêweya Projeya Çavdêriya Azîzan, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi palpiştiya kesayetiyeke xêrxwaz û karsaz û kompanyayên Kurdistanê, qonaxeke dinê dabeşkirina hevkariyê li ser zarokên sêwî (azîzan) ku pêkhatiye ji hevkariya çar mehan tê dabeş kirin.
Li rêkefta 15.05.2020 qonaxeke dinê dabeşkirina hevkariyan li ser zarokên sêwî (azîzan) ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi palpiştiya karsaz û xêrxwazên Kurdistanê destpêkir û (845.200) dolarên Amerekî li ser (4.226) zarokan de hate dabeşkirin ku zarokek hevkariya çar mehî werdigre ku pêkhatiye ji 200 dolaran, prose bi vî awayî bû, li parêzgeha Hewlêrê (233.800) dolar li ser (1.169) zarokan de hate dabeşkirin, li parêzgeha Dihok (160.600) dolarên Amerîkî li ser (803) zarokan de hate dabeşkirin. Her wiha li parêzgeha Silêmanî (193.600) dolarên Amerîkî li ser (968) zarokan de hate dabeşkirin. Li parêzgeha Kerkûkê (149.400) dolarên Amerîkî li ser (747) zarok û li Îdareya Germiyan jî (107.800) dolar li ser (539) zarokan hate dabeşkirin.
Derman û pêdiviyên pizîşkî pêşkêşî Wezareta Tendirustî kirin
Rêkefta 12.05.2020 li Nivîsîngeha Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rêwresma bexşîna derman û pêdiviyên tendirustiyê bi Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêveçû. Li civîneke rojnamevaniyê da bi amadebûna Dr. Saman Berzencî Wezîrê Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û civîneke rojnamevaniyê hate rêkxistin ku taybet bû bi bexşîna derman û pêdiviyên pizîşkî bi 200.000 dolarên Amerîkî ku ji aliyê kompanya Zîno Varma û kompanya Hevkarî ve pêşkeşî dezgehê hatibû kirin. Li civîna rojnamevaniyê da, Wezîrê Tendirustiyê spas û pêzanînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin ku herdem di demên dijwar da hevkar û hemahengiya kerta tendirustî û kertên dinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûne û li helmeta rûbirûbûna Korona de jî roleke mezin li avakirina nexweşxane û dabînkirina pêdiviyên tendirustiyê de dît û hêviya serkeftin û berdewambûnê ji bo wan dixwazîn.
Hevkariya 475 malbatên kêmderametên Dihokê kirin
Rêkefta 12.05.2020 li çarçêweya projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li meha Remezanê, li projeyeke din da bi hevkarî li gel rêxistina LWF, 475 paketên xorekê li ser malbatên kêmderametên nava bajarê Dihokê û dewrubera wê tê kirin.
Hevkariya 750 malbatên kêmderametên devera Behdînan kirin
Rêkefta 12.05.2020 li çarçêweya projeyên meha Remezanê da, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi palpiştiya kompanya Korek Telecom li bajarê Dihok, Akrê û Zaxo helmeta dabeşkirina paketên xorekê li ser 750 malbatên kêmderamet da bi cîh kirin.
Karwaneke hevkariya tendirustiyê şandin Rojavayê Kurdistanê
Rêkefta 21.05.2020 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî li gel rêxistina Nehrî ya ji bo palpiştiya kertê tendirustiyê li nexweşxaneyên Rojavayê Kurdistanê 40,000 derzî û pêdiviyên pizîşkî gihandin Rojavayê Kurdistanê.
Otombêleke agirkujê pêşkêşî qeza Mexmurê kirin
Rêkefta 21.05.2020 bi mebesta parastina dexl û danên cotkarên qezaya Mexmûr û dewrubera wê ji egera agirpêketinê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî otombêleke agirkujê pêşkêşî Bingeha Berevaniya Şaristaniya Mexmûrê kir.
Şîvek ji bo kesayetî û xelkê kêmderametên bajarê Musilê hate rêkxistin
Rêkefta 22.05.2020 li meha Remezanê da, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bajarê Mûsilê şîvek li jêr navê pêkvejiyana li Zanîngeha Musilê ji bo kesayetî û xelkê kêmderamet û xwebexşan amadekir ku têda Cîgirê Parêzgerê Mûsilê amadeyê şîvê bû.