Budceya Natoyê kêşe di navbera endaman peydakir

Kêşeya di navbera endamên Nato ya di derbarê budceya rêxistinê serîhilda û Serokê Amerîka rijde li ser wê yekê ku endamên Natoyê pereyên zêdetir bêxin nava xezîneya rêxistinê.
71 sale rêxistina Peymana Atlasa Bakûr (Nato) bi Serokayetiya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka ve hatiye damezrandin, eve jî wekî hêzeke serbazî ya ji bo rûbirûbûna gefa bloka Rojhilat bi Serokayetiya Yekîtiya Sovyeta berê bû.
Li gel guhertinên jeosiyasî, civakî û aboriyên cîhanê gefên li ber Nato jî bi awayeke din derdikevin.
Hevpeymaniya Nato li vê serdemê da rûbirûyê çend gefek bûye, wekî bihêzbûna Çînê û geşbûna li derveyê tixûban bi taybetî li Asya, Rojhilata Navîn û Efrîqa, hewldana Rûsya ya ji bo vegerana nav qada navdewletî ya wekî mîratgerê Yekîtiya Sovyeta berê, terorîzma navdewletî ku xwe ji serhildana berdewam û rêxistinên grûpên çekdar digre û her wiha gefa înternetê û rikeberên cîhanê ya ji bo kontrolkirina teknelojî û valahiya asmanê beşek ji wan karane.
Lê belê niha Nato bi xwe kêşeyeke navxweyî heye ku ew jî kêşeya budceye.
Nato bi 29 welatên endam kariye li dema pêwîst da 3.5 milyon serbazan amade bike, Amerîka beşeke mezin heye bi nêzîkî 800 hezar serbazan. Salane nêzîkî 1 milyar û 840 milyon dolar budce ji bo wan terxankiriye.
Ji vê pereyê Amerîka li % 22ê pereyê dide ku dike nêzîkî 404 milyon dolar. Almanya ji % 14.76 ê budceyê dide ku dike nêzîkî 257 milyon dolar. Fransa û Brîtanya ji % 10.5 didin ku dike nêzîkî 184 milyon dolar.
Îdareya Trump berevajiya îdareyên berî xwe rexneyên tûnd li kêmbûna wê pereyê digre ku endamên Nato didin û dibêje, salane herî kêm % 4 ê berhemê niştmanî bi Natoyê didin.
Amerîka salane % 3.4ê berhemê navxweyî dide Nato, Brîtanya û 7 welatên dinê endam % 2 didin. Fransa % 1.84 û Almanya jî % 1.38 dide. 18 welatên din jî kêmtirê % 1 didin.
Niha Amerîka biryar daye guhertinê li peywendiyên li gel endamên hevpeymaniya Nato yê da bike.
Bi giştî 34 hezar û 500 serbazên Amerîka li Almanya heye, Trump ferman daye 9 hezar û 500 serbaz vekişe, eve di demek daye, Amerîka herî kêm 41 bingeh û damezraweyên serbazî li seranserê Almanya da heye.