Kultur

Ciwaneke Kurd li pêşbaziyeke Tirkiyê de bû yekem

Ciwaneke Kurdê xelkê Silopiya yê bi navê Azad Karal ku xwendekarê xwendingeha Teknoloji û Zanista Neo ya Silopiye, li babeta germbûna gerdûnê de li wênekêşiyê de bû yekemîn.

Li pêşbaziya ku ji aliyê Xwendingeha Hunerên Xweşik ya Pera ve hatibû li darxistin, li pêşbaziya wênekêşanê de li tirkiye bû yekemîn. Li pêşbaziyê de 6 hezar xwendekar ji deverên cûda cûda yên tirkiyê beşdarbûbûn.

Azad Karal di vê derbarê de ragihandiye ku divê her ciwanek dev ji xewnên xwe bernedin û bi berdewam kar bikin. Çendîn sal berê ez li pola xwe de bûbûm yekem, paşê bûme yekemê xwendingeha xwe û niha jî bûme yekemê tirkiye. Ji bo van serkeftinan jî ez gelek spasiya malbata xwe û mamosteyên xwe û hevalên xwe dikim ku li gelek waran de alîkariya min kirin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button