Welatên Erebî li dijî Hizbullah derdikevin

Malpera El Hurre ya Amerîkî belav kiriye, li seranserê welatên Erebî û bi taybetî li Iraq û Lubnanê, helmetek li dijî Hesen Nasrullahê Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanî destpêkir.
El Hurre îro 08.06.2020 li raporek de behsa rewşa Lubnanê dike û dibêje: Rewşa aboriya welat berev xeraptir diçe û nîvê xelkê li bin hêla hejariyê de ne.
Rapor bi awayeke serekî li ser wê helmetê ye ku li şemiya derbasbûyî bi haştaga “Terora Nasrullah red dikin” destpêkiriye. El Hurre balê dikşîne li ser wê yekê ku ew haştag berbelavtirîn bûye li torên civakî yên welatên Erebî, bi taybetî li Iraq û Lubnanê.
Malperê Amerîkî wekî mînak balkişandiye li ser çendîn peyamên çalakvanên medenî li Iraq û Lubnanê, yek ji wan çalakvaneke Iraqî dibêje: “Cihê xemgîniyê ye dewleta mezina bi mînak ya Iraq û Lubnanê keseke wekî Nasrullah desthilata xwe li ser wan da bisepîne”.
Hesen Nasrullah Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Lubnanî ye, li destpêka salên heştihan de rêxistinek avakiriye ku rêxistineke çekdarî ya Şîî ye û li çendîn welatan ketiye nava lîsteya terorê.