Polîtîk

Tu kes dê nikaribe îradeya ‘belê’ ya referandûma serxwebûnê tune bihesibîne

Îro 3yemîn salvegera biryardayîna referandûma serxwebûne ye.

Di roja 7ê Hezîrana 2017ande , Parlamentoya Herêma Kurdistanê biryara li dar xistina referandûma serxwebûne da.

Dewletên mezin ên cîhanê ne dixwestin referandûm li dar bikeve.

Dewletên wek Iraqê, Îranê, Tirkîyeyê, Sûriyeyê jibo ku referandûm li dar nekeve çi ji destê wan hat kirin.

Lê  li gel van hemû êrîş û tehdît û plan û hewlên   xêrnexwazan jî  referandûma serxwebûnê di roja 25ê Îlona 2017an de li dar ket.

Li temama Başurê Kurdistanê; li Hewlêrê,  li Silêmanîye, Kerkûk, Dihok, Helebçe, Şingal, Xaneqîn, Deşta Mûsilê ji %72yê gelê Başûrê Kurdistanê beşdarî dengdana referandûma serxwebûnê bûn.  Û ji %92.73yê beşdaran ji serxwebûnê re gotin ‘belê’.

Biryara referandûma serxwebûnê li Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî demokratîk, meşrû hate girtin.

Prosedura referandûma serxwebûnê bi aramî, bi şêweyeke demokratîk  bi rêv çû.

Encamên referandûma serxwebûnê  nîşana yekgirtineke berfireh a netewî, niştimanî ya gelê Kurdistanê bû.

Gelê Başûrê Kurdistanê bêyî tirs, bi îradeyeke bêşik ji xêrnexwazan re, ji temama cîhanê re got ‘ez li gel serxwebûnê me’.

Di 16yê cotmeha 2017an de Kerkûk û Şingal û ji %45ê axa Başûrê Kurdistanê  dubare  hatin dagirkirin. Ev  êrîş û dagirkirina di roja 16yê cotmehê de pêk hat, binpê kirin û tune hesibandina  wê îradeya gelê Kurdistanê ya di referandûma serxwebûnê de bû.

Lê biryara Parlamentoya Kurdistanê ya jibo referandûma serxwebûnê jî,  ji %92.73yê ‘belê’ ya referandûma serxwebunê jî di rûpelên dîrokê de wek du biryar û encamên meşrû û demokratîk cîhekî xwe yê bi rûmet girtine.

Tu kes û tu hêz dê bi tu awayî nikaribin van herdu gavên ku îradeya gele Başûrê Kurdistanê dîyar dikin, ji nav rûpelê dîrokê reş bikin., dê nikaribin wan tune bihesibînin.

Ew kilîda ku derîyê paşeroja  Başûrê Kurdistanê vedike her di dest û dilê wî gelê bi rûmet  de ye.

Em di 3yemîn salvegera biryara referandûma serxwebûnê de, bi rêzdarî , bi can û dil  li îradeya gelê Başûrê Kurdistanê ya ‘belê’ ya serxwebûnê xwedî derdikevin, piştgirîya wan dikin.

07.06.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button