
Nicholas Danforth Nivîskarê Amerîkî û Pîsporê warê peywendiyên tirkiye û Amerîka li raporek da behsa kêşe û astengiyên li ber Amerîka li Rojhilata Navîn bi giştî dike û dûpat li wê yekê dike ku eger rê lê neyê girtin, tirkiye li ber Washingtonê dibe astengeke mezin, ji bo wê yekê pêwîste bi hemû awayekê piştevaniya Kurdan bê kirin û dev ji hilkirina ronahiya kesk ya ji bo siyasetên tirkiye li navçeyê de bê berdan.
Danforth nivîsiye, niha siyasetên tirkiye bi Serokayetiya Receb Tayib Erdogan bûne mezintirîn gef li ser berjewendiyên Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li Rojhilata Navîn, bi tu awayek jî tirkiye ji wan pêşveçûnên ji bo berfirehxwaziya xwe ji encama bêdengiya Amerîka bi dest ve aniye û paşvekêşiyê nake. Her çende bi nav û hêcetên cûr bi cûr ve wan hengavan diavêje, lê belê Washington bi rûnî daxwaza Enqere ya li serdema Erdogan nizane, ji ber wê yekê jî li şûna wê siyasetkirinê niha tirkiye tirs û dilgiranî heye ku çendîn wêstgehan piştevaniyê kiriye ku eve jî wiha dike li paşerojê de tirkiye neku tenê berjewendiyên Amerîka li navçeyê dixe metirsiyê, belku wekî hêza pawanxwaz û dagîrker li navçeyê de derdikevê û pel ji bo gelek welatên din davêje, eve jî wiha dike ku Rojhilata Navîn herdem li kêşe û gengeşe û dagîrkerî û leşkerkêşiyê bê. Ev cûre siyaset jî bi tevahî dijî daxwazên Amerîkaye ku dixwaze aramiyê ji bo navçeyê vegerîne û hêzên xwe vegerîne welatê xwe.
Enqere niha bereyeke berfirehê şer li Bakûrê Sûriye û Iraqê kiriye û bi hêceta hebûna hêzên PKK û PYD navçeyê bombebaran dike û leşkerkêşiyê li Sûriye encam daye, lê belê bila rastiyan jî li ber çav bigrîn, her çende tirkiye û PKK dehan sale şer dikin, lê belê tu demekê tirkiye nabê wekî endameke Nato wê mafê bi xwe bide, mal û xaniyên xelkê bêtawan û sivîl wêran bike û hevpeymanên xwe talan bike. Eve siyaseteke gelek nexwestiye û nabê bi hêceta PKK qirkirina nîjadî li navçeyê de berdewamiya xwe hebê. Ew hêcetên ku tirkiye mijule welatên Rojavayî pê li cedwel û xişteyê dibe, divê rûyê rastiya wê derbikevê, hîç kêşeyek li hebûna şerê PKK û tirkiye de hebûna xwe nîne, lê belê bila Rojava û Amerîka bîra wê yekê bikin, Enqere çend jin û pîr û zarokên Kurd kuştiye û bi tometa PKK bûnê wan qirdike, eve wiha dike neku her Kurd belku tirkên rikeberên hikûmeta niha ya tirkiye jî bi heman tometê yan tomet bi wan ve dike û wan bi tevgera Fethula Gulen ve bêdeng dikin. Di demek da beşek ji wan tirkên ku têne serkut kirin neku her ser bi Fethula Gulen û tevgera wî nîne, belku kesên elmanî û bi tevahî ji ol û oldariyê dûrin!
Amerîka rê bi Enqerê da êrîşeke berfireh li navçeyên Bakurê Sûriye li ser Kurd encam bide, niha ew navçeyên tirkiye dagîr kirine, rewş û halê wan çawaye? Di demek da diviya koçber vegerin û navçeyê aram bê dirust kirin û rewşeke pir li aramî û asayîş û dadgerî têda bê bicîhkirin, lê belê eve li navçeyên bin destê tirkiye li Bakurê Sûriye hebûna xwe heye? Bi piştrastiyê ve bersîv nexêre, wate ji bo çî û çawa Amerîka û Rojava bi wê helmetê razî bûn. Ji bo çi li encama wê nanêrin. Eve ew şaşiyên stratejine ku pêwîste Washington rast bike.
Ji bo rêgirtina wê siyaseta şerxwaziya tirkiye ku li navçeyê de li ber girtiye, pêwîste Amerîka bi tevahî piştevaniya Kurdan bike û zêdetirîn alîkarî û hevkariyê li tirkiye û Iraq û Sûriye ji bo wan desteber bike. Nabê êdî cîhan behsa mafê mirov û demokrasî û hilbijartinê bike lê belê bêdeng bê li beranber dûrxistina serokên bajarvaniyên hilbijartiyên navçeyên Başûrê Rojhilatê Tirkiye(Bakûrê Kurdistanê) û bombebarana firokeyên cengî yên tirkiye li ser gund û pîr û xelkî sivîl û bêçek.
Bi piştrastiyê ve navçeyên Bakurê Sûriye û navçeyên Kurdî yên Iraqê bi destê Kurdan ve wiha dike ezmûneke xweşiktir û demokrasîtir û pêşengtir avabike. Dema şûna wê yekê tişteke din bigerîn keseke din deynîn şûna Kurdan, divê kavilkariyên tirkiye û hevpeymanên wê li bîra wan bê ku li Efrînê çi encam dan. Ji ber wê take rêya ji bo bergirtina wê berfirehiya tirkiye pêkhatiye ji piştevanîkirin û bihêzkirina Kurdan, ji ber ku xewn û daxwazên tirkiye li Bakurê Sûriye û Iraqê mezintirin û eger rêgirî lê neyê kirin metirsiyeke mezin heye ber bi kûrahiyên zêdetir li Ermînîstan û Iraq û Sûriye û welatên din ve hengavan bavêje.