Polîtîk

Encûmena Silêmaniyê li ser 36 milyar dolarên Îranê axivî

Cîgirê Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê eşkere kir ku ewan ti zanyariyek di derbarê hatina wê pereya zêde nîne ku ji Îranê ve şandibin Silêmaniyê ku ji aliyê Parlementereke Îranî ve li rojên derbasbûyî hate ragihandin. Dûpat li wê yekê kir ku dixwazin ewan zanyariyeke baş hebê û divê Îran jî li vî derbarî de axaftineke fermî hebê.

Berzan Şêx Mihemed Cîgirê Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê ragihand, Encûmena Parêzgehê ne agahdarê wê pereyê zêdeye ku ji Îranê ve şandine Silêmaniyê û ti zanyariyeke me li ser tûne.

Heftiya derbasbûyî civîneke fermî ya Parlemena Îranê de Kerîm Qudusî Nûnerê bajarê Meşhed li Parlemenê ragihand, sê sal berê 36 milyar û 100 milyon dolar bi fermana Hesen Rûhanî Serok Komarê Îranê ve şandine Silêmaniyê.

Li gor “Mehr News”, Ew Parlementer gotibê: Wê demê pirseke li lîjneya Asayîşa Neteweyî ya bi amadebûna Serok Komar û Serokê wê demê ya Banka Navendî, Wezareta Îtlaat, Fermangeha Hewalgiriya Artêşê û Wezareta Aborî guftugo kirine û civîn jî bi deng û wêne li ber dest de heye.

Back to top button