Cîhan

Korona 60 milyon kesan rastî hejariyê dike

Hejmara pêketiyên pejika Korona li ser asta cîhanê li heft milyon kesan nêzîk dibê, Serokê Banka Cîhanî jî hişyariyê dide ku renge ji ber pejika Korona 60 milyon kes rastî hejariyê bibin.

David Malpass Serokê Banka Cîhanî (The World Bank) li hevpeyvîneke di derbarê bandorên pejika Korona li ser aboriya cîhanê û jiyana xelkê ragihand, Korona ziyaneke mezin li aboriya cîhanê û debara xelkê daye.

Serokê Banka Cîhanî hişyariyê jî da û got: Dibe ku bandorên pejikê li ser bazar û jiyanê li cîhanê da zêdetirê 60 milyon kesan li ser asta cîhanê rastî hejariyê bike û rojane dû dolar bi destê wan nekevê heta ku debara xwe dabîn bikin.

Her wiha David Malpass balkişandiye li ser wê yekê ku pejika Korona li ser aboriya cîhanê bandoreke xerap pêkaniye, dibe ku heta 10 salên din jî berdewam bibê û wekî qonaxa berî pejikê lêneyê.

Back to top button