Hêzên netewî dikarin doza Yekitiyek Netewî bikin , wek din hewldanên di vê derbarê de tene kirin, ji bo beravêtina Yekitiyek netewî rasteqêniye. Ew bi hewldanên xwe bi navê Yekitiya Netewî dixwazin rê li yekitiyek netewî bigrin.

Dara Bilek

Li Bakurê Kurdistanê di qonaxên cuda de behsa “Yekitiya Netewî“ tê kirin. Piranî jî PKK vê yeke tîne rojevê û li gora dîtina xwe vê yeke wek malezemeyeka propagandeyê bi kartîne. Ji aliyek din ve ji zû ve PKKê yekiya xwe ya “ Netewî “avakiriye.   Wek nimûne sala 1999ê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) hatiye damezirandin û heta wek îro berdewame. Başe eger Yekitiyek Netewî te li gora xwe avakiribe bi çi mebestê ji bo cureyeka Yekitiyek Netewî doz tê kirin? 

Sala 2013ê cardin encama propagandeya PKKê, hewldanek hate kirin û li Hewlêr di navbera PDKê, PKKê û hemû alîyên din de civîn hatin li darxistin û ji bo qaşo “Yekitiyek Netewî“ gav hatin avêtin, komisyon hatin damezirandin. Lê dema ku ber bi pêvajoya civîna Kongreyê ve gav hatin avêtin, PKKê linge xwe lê da û carekî de hemû belav kir. Ji ber ku eger tiştek ne di bin bandora PKKê de be, ew vê yeke tu cara qebûl nakin. PDKê bi xwe jî wê deme xeletiyek dîrokî kir û heta wek îro jî çewe kete di nava wê xefkê de cihê gotubêjê ye.

Ji aliyek din û ya herî girîng jî PKK û derdora PKKê xwe wek tevgerek Netewî nabîne û li dijê tevger û aliyên ku xwe netewî bi nav dikin şereke siyasî û caracara jî çekdarî dike. Hêzên netewî dikarin doza Yekitiyek Netewî bikin , wek din hewldanên di vê derbarê de tene kirin, ji bo beravêtina Yekitiyek netewî rasteqêniye. Ew bi hewldanên xwe bi navê Yekitiya Netewî dixwazin rê li yekitiyek netewî bigrin.

Li bakurê Kurdistanê niha di bin sêwana HDPê de hinek aliyên siyasî hatine bahev û bi navê Tifaqa Kurdistanî kar dikin. Niha kî dikare beje ku HDP, KCD û PHD ne yek rêxistine û ji nawendekî tene rêvebirin? Rêxistinên din jî xwe radestî HDPê kirine û li gora wê jî siyasete dikin û tene xizmeta HDPê dikin. Van aliyan pê li hemû nirxên ku bere diparastan kirin û ketin di bin sêwana HDPê de.

 Ji aliyek din ve hinek aliyên siyasî eve demek e li gel hev daxûyaniya belav dikin û ji bo platformek hevbeş di nava hewldanekî de ne. Ev alî li ser prensîbên netewî dikarin platformekî ava bikin û hemû alî, kesayet, rewşenbîr û akilmendên Kurda di vê platformê de bînin ba hev û pêşerojê de bibin bedilek ji bo destxistina mafêm rewa yên miletê Kurd li bakurê Kurdistanê.

Gelek cara di nivîsên xwe de, min behsa hinek prensîbên ku Kurd bikaribin li ser tifaqê bikin û platformek hevbeş pêkbînin kiriye.  Eger yekitiyek li ser prensibên netewî bê avakirin dê pêşerojê de bibe bersiva daxwazên Kurda li bakurê Kurdistanê. Yekitiyek netewî di bin sembola Netewî Ala Kurdistanê de tê avakirin.

Prensîbên Yekitîyêk Netewî:

– Pirsa Kurd û Kurdistanê , divê li ser esasê mafê çarenûsîya miletê Kurd bê çareserkirin. Ji bo kurd tercîha xwe bi awayekî azadî  bikin divê zemîneke  aştîyane, wekhev  û demokratîk bê amadekirin. Hingê gelê Kurdistanê ji  Serxewbûn, Federasyon yan jî Otonomiyê kîjanê bixwaze ew dibe tercîha gel bi xwe.

– Bingeha yekitîyê, tekoşîna ji bo azadîya kurd û Kurdistanê ye.Li ser vê bingehê divê  hemû  aliyên siyasî  û  pêkhateyên etnîkî, olî, mezhebî , civakî di nav vê yekitîyê de cîh bigirin.

– Di nava kurdan de neyartî û şerê hevûdin kirin divê wek tawaneke netewî bê qebûlkirin. Di  her pirsgirêkê de divê rêyên  diyalogê û dayinstandinê bê  bikaranîn.

– Di yekitîya nava aliyên siyasî de; statuya Kurdistanê, nasnameya netewî û perwerdeya bi zimanê kurdî(Kurmacî û Zazakî), azadîya ramanî û birêxistinbûyinê, pîvanên demokrasî, edalet û azadîyê divê daxwaziyên bingehîn bin. Li Bakurê Kurdistanê kurdî û zimanên din yên gelên Kurdistanê  bibe zimanên fermî.

– Hemû aliyên siyasî yên eşkere û yasayî di nav yekitiyê de dikarin cîh bigirin û xebata siyasî bi metodên demokratik û aşitîyane tê kirin. Rêya şîdetê nayê  bikaranîn.

– Li Tirkiye li gel hêzên demokratik, yên ku, mafê kurdan diparêzin û pirsa kurd qebûl dikin, hevkarî tê kirin.

– Ev yekitî yekitîyeke  li ser prensîbên neteweyî  û Kurdistanî  ye û dive xetek di navbera vê yekitîyê û siyaseta ku hebûna Kurdistanê û mafê çarenûsîya miletê Kurd red dike hebe. Lê nabe ku hebûna xwe li ser dijberiya tu aliyekî tarîf bike.

– Ev yekitî  xebata xwe ya esasî li bakurê Kurdistanê dimeşîne. Û bêyî destdirêjîyê li tu perçeyên Kurdistanê bike, hemû destkeftinên Kurd û Kurdistaniyan yên xwe dibîne. Peywendîyên  li gel beşên din yên Kurdistanê li ser bingehê berjewendîyên netewî  û Kurdistanî têne danîn.

– Di hemû çalakîyan de  sirûda neteweyî  û  ala Kurdistanê  têne bikaranîn.

28.03.2021

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: