Rexistina DAIŞ(Dewleta Îslamî ya Iraqe û Şamê) a terorîst bi êrîşekê bajarê Mûsilê bidestxist. Hêzên leşkeri yên Hikûmeta Bexdayê bêyî ku liberxwe bidin,reviyan û Mûsil kete deste DAİŞ ê. DAİŞ beriya çend rojan li Başûrê rojavayê Kurdistanê(Rojava) gelek zarok û jinên Kurdan li Serêkaniyê bi awayekî hovane qetil kiribû.Bi vê êrîşa DAİŞ ê ya li ser Mûsilê ve jî, bi sedhezaran mirov mecbûr mane ku mal û cihên xwe bihêlin û bi rêyan bikevin.Eve jî dibe sedemê mexdûriyet û trajediyeke nuh .
ÊrÎşa DAİŞ ê îspat kiri ye ku, dujminên miletê Kurd ji bo destkeftinên Dewleta Başûrê Kurdistanê û hemû destkeftinên perçeyên din de têk bidin, bi plan û stratejiyên kûr tev digerin. Ji ber wê yekê jî parastin,xwedî lê derketin û yekgirtina destkeftiyên Kurd û Kurdistanê erkekî me yê giştî yê neteweyî ye. Û careke din jî îspat bûye ku ew propaganda, gotin û kiryarên ku zerarê digihîne yekitiya neteweyî , ne li gor berjewendiyê miletê me ye.
Êrîşa DAİŞ ê ji aliyekî din ve , derfeteke nuh aniye holê. Weki ku em dizanin, bi peyda buna firsendeke dîrokî û bi xêra yekitiya neteweyî di sala 1991 ê de piraniya axa Başûr hatibû rizgar kirin. Û her bi xêra vê yekitiya neteweyî Dewleta Federal ya Herêma Kurdistanê hatibû damezrandin. Îro jî piştî DAİŞ ê Mûsil bidestxist, careke din bi yekgirtin û hemahengiya hemû hêzên Kurdistanê û ya miletê Kurd, li başûrê welatê me ew axa li derveyî Herêma Kurdistanê mabû ji aliye hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hatiye kontrol kirin. Kerkûk, Xaneqîn, dor û bera Mûsilê û hemû axa Başûrê Kurdistanê nuha di bin desthilatdariya Hezen Peşmergeyên Hukûmeta Herêma Kurdistanê de ne. Eve ji bo her çar perçeyên Kurdistanê re destkeftineke dîrokî ye.Em hêvî dikin ku, gele me yê li ew deverên derveyî Herêma Kurdistanê mane, li gorî madeya 140 ê ,mafê xwe yê beşdarbûna Herêma Kurdistanê dê bi referandûmekê pêk bînin.
Helbete ku ev rewşa nuh dê gelek plan û stratejiyên herêmî têk bide.Dikare li Iraqê rêya damezrandina dewleteke sunne û dewleteke şîe veke. Herweha dikare damezrandina dewleta konfederal an serbixwe ya Başûrê Kurdistanê jî bi leztir bike. Dikare ev hewldana DAİŞ ê rewşê hîn aloztir jî bike ku xeteriyekê bixe ser destkeftinên Dewleta Başûrê Kurdistanê .Her çend Hezên pêşmergeyên Hukûmeta Kurdistanê bi baweriyeke mezin dê nehêlin ev destkeftianana bikevin bin xeteriyekê jî, lê divê ev aliyên meseleyê jî neyên piştguh kirin . Ev hewla DAİŞ ê helbete ku bi piştgiriyeke herêmî û navdewletî hatiye kirin. Ji ber wê yeke jî dikare tesîra xwe li ser rewşa Suriyê jî û ya Rojavayê Kurdistanê jî bike. Dikare tesîreke giştî li ser çareserkirina pirsa Kurdistanê bike.
Lê sebep, plan û armancên kê çi dibe bila bibe, divê beriya her tiştî rojeva Kurdan ya esasî parastin û xurt kirina yekitiya xwe ya neteweyî be. Divê Kurd û Kurdistaniyên her çar perçan bi vê yekitiya neteweyî amadeyiya van îhtimalana gişa bikin .Divê Kurdên herçar perçeyên Kurdistanê, bêyî qed û şerd piştgiriyê bidine Dewleta Başûrê Kurdistanê ku em bikaribin di vî perçeyê welatê xwe de zûtirîn wext dewleteke bi Kerkûkê û bi hemû axa xwe ve azad û konfederal an jî serbixwe bibinin. Divê li Rojavayê Kurdistanê zûtirîn wext Desteya Bilind a Kurd ,li ser esasê Mutabaqata Hewlêrê yekitiya neteweyî li temama Rojavayê Kurdistanê pêk bîne.Divê hemû miletê Kurd , li her çar perçeyên Kurdistanê bi hişyariyeke mezin , rê nedine planên dijminên miletê Kurd.
Roj roja yekitiya neteweyî ye, roja piştgirtina birayên me yên Başûrê Kurdistanê ye.Roj roja yekitiya navxweyî ya birayên me yên Rojavayê ye.Roj roja xurtkirin û geşkirina hestên Kurdistanî ye.Serkeftina Başûr,destpêka serkeftina hemû miletê Kurd e. Bakur,Rojava,Rojhilat û Başûr bi yek deng û yek helwest dive hemû planên dijminan pûç bikin .Yekitiya neteweyî destpêka serkeftinê ye, destpêka azadiyê, destpêka mafê çarenûsiya miletê Kurd e.13.06.2014
Bijî Yekitiya Hêzên Neteweyî
Bijî mafê çarenûsiya Miletê Kurd
Bijî Kurdistan
Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî