Yekitî û cihêbûn
Di pirsgêka Kurdan de hemû kes li gora bahwerî û berjewendiyên xwe, li gora maf û xeyalên xwe hinek tiştan dibêjin. Bi taybet hinek rewşenbîr û sîyasetmedarên Tirkan tiştên di vê pirsgirêke de hene, rastî û tecrûbeyên dinyayê baş nizanin. Yan jî ku zanibin xwe ehmeq şeytanî dikin. Di wan mijaran de yên ku gelekî xwe ehmeq şeytanî dikin, mirovên ku xwe weke sosyal demokrat didin nîşandan. Navê wana û rastîya dîroka wana li hevdu nake. Ev sosyal demokratên ku ne sosyal demokratin, tenê ji bona xapandina mirovan wî navî bikartînin.Ji bona ku helwesta sosyal demokrat hinek zelaltir bibe, ez dixwazim qala yekitî û cihêbûne Swed û Norweç bikin.Pişti sala 1895 an pirsgirêka ku di navbêna Swed û Norweç de hebû kete konaxeke din. Niqaş, pêşneyar, dîtin û raman di vî warî toftir bûn. Heta gelek caran rewş zewirî û atmosfer berbî şer de diçû. Swedîyên şovenîst û serdest dixwaztin ku Norweç bi alavên leşkerî, bi şer û bi darê zorê bikin bin desthilandarîya Swedê.Daxwazî û mafê gelê Norweç ji wana re ne gelekî giring bû. Serdestên Swed tucara nedixwestin Norweç winda bikin, Lê tevgera karkeran û sosyal demokratên Swed bi haweyekî din nêzikî vê bûyerên dibûn..Di sala 1905 ande kongra partiya Sosyal Demokratên Swed biryareke dîrokî dida. Biryarê digot.; ‘partiya me bê şert û qeyd piştgirtîya Gelê Norweç dike ku bi azadî û bê mıdaxala ji derve, di derheqa pirsgirêkên xwe de biryaran bide. Kongra me biryar dide ku bi hemû haweyî li dijî ramanên Sweda Mezin û berjewendiyên Xanedanan derbikeve û pirsgirêka ku di navbêna Swed û Norweç de heye, bi rêya darê zorê bixwaze çareser bikin, bi hemû haweyan em wana mehkûm dikin.’Serokê partiya sosyal demokrat wê demê Hjalmar Branting bû.Tiştê bingehîn di vir de çiye?Yek; Partiya sosyal demokrat bê şert û qeyd piştgirtiya gelê bindest dike, ango piştgirtiya gelê Norweç dike. Dido. Mafê gelê bindest, ango gelê Norweç heye ku azad qedera xwe bi xwe tayîn bike. Sisê; li dijî milîtarîzmê û şer helwesteke prensîbî digirin. Çar; helwesta karkeran û tevgera sosyal demokrat û berjewendiyên serdestan ji hevdu cuda dikin.Baş e; di nava sosyal demokratên Tirkan de yek tenê ji wan xalan di pisrgirêkan Kurdan heye? Kijan sosyal demokratan tiştekî nêzikî wan xalan anîyê ziman?Ma hema sosyal demokrasî wilo belaş e?Sosyal demokratên Tirkan li ku ne û sosyal demokratên dinyayê li ku ne? Ev heştê sala ku dıxwazin bi derewên beloq ser rastiyên civakî û sîyasî binixumînin. Ma hema tiştên ku hûn ji bona Qibris dixwazin, nivê wan tiştên jî hûn dikarin ji bona Kurdan bixwazin?Ma hûn çawa sosyal demokratin?Hûn nagihêjin nenûka sosyal demokratên dinyayê!Dinyayê di vê mijarê de çawa pirsgirêkên xwe çareserkirine, ma hûn nizanin? Heger hûn nizanibin hûn cahilin. Heger hûn zanibin û pêwistiyên vê rastiyê bicîh neyînin û hûn sextekarin.Yek ji wan metodên navnetewî ku mirov pirsgirêkan pê çareser dike rêya referandumê ye…Di navbêna Swed û Norveç de jî ev rêya hanê hate hilbijartin.1905 an de di vê pirsgirêke de referandûmek hate li dar xistin. Gelê Norweç bi beşdarîyeke gelek mezin xwestin ku ji Swed cihê bibin. Encamê vê referandûmê bû cihêbûn. Gelê Norweç dewleta xwe ya serbixwe avakirin, bê şer û pevçûn gîhan meksed û miradê xwe.Partiya sosyal demokratê Swed piştgirtiya vê pêvajoyê bi haweyekî aktîf kir û bû mînak ji hemû tevgerên sosyal demokrat re li dinyayê. Minaka Swed û Norweçê bû mînaka helî baş di pirsgirêka aşîtiye û qedera xwe bi xwe tayîn kirinê de. Heger mirov ji dil mafê gelan û aşitîyê bixwaze, tu hêz nikarê li pêşîya vê daxwazê rawest e.Aşîtîxwazan û demokratan wilo pirsgirêkên xwe çareserdikirin.Gava ku Swed û Norweç ji hevdu cihêbûn serokê Sosyal demokratên Swed Hjalmar Branting wilo digot; ‘em di aşîtiyê de, weke dost û bira ji hevdu cihê dibin’Lê Tırkên sosyal demokrat para xwe ji vê helwesta hemdem û demokratîk negirtin û wana herdem qala zor, leşker, cudabûn û terorîzmê kirine. Tevgerên Kurdan ku ji bona azadıyê û wekhewîye bi rê ketibûn, bi darê zorê hatin şikenandin, kurd hatin nefî kirin, gundên wana hatin valakirin û gelê kurd hate qirkirin!Dîroka sosyal demokratên Tirkan dîroka qirkirina kurd ye! Hinek Kurdên me jî hîna hêvîyan ji wan sextekaran dikin û bûne evîndarê qatilê xwe!Ma heta nûha kes dizanê hejmara kuştiyên Kurdan çiye? Hejmara gundên me yên ku valabûne? Hejmara mirovên me yên ku koçberbûne? Hejmara mirovên me yên ku asîmîlebûne? Nasnama xwe windakirine? Hejmara mirovê me yên ku li welatê xeribîye, bi hesreta welatê xwe, çûnê ser dilovanîya xwe? Hejmara xort û qîzên me yên ku negîhêjtin miradê xwe? Hejmara gorên nediyarkirî? Hejmara serên jêkirî?..Û gelek tiştên din…Pirsgirêka yekitî û cihêbûne divê di vê tevgeredanê de were nîqaşkirin.