CivakDosya

Li Batmanê qedexeya konferansê hat protesto kirin

Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê Li Batmanê Qedexeya Konferansê Protesto KirÎnsîyatîfa Piştgirîya ReferandÛma Serxwebûnê li Batmanê ji bo roja 20.08.2017an amadekarîya Konferanseke piştgirîya referandûmê ya  girseyî dikir.Lê Walîtîya Batmanê ev konferans qedexe kir.Rêveberên Însîyatîfê ji bo vê biryara qedexe kirinê protesto bikin, li Teşkîlata Batmanê ya PAKê civînke çapemenîyê li dar xistin.Berdevkê Hereketa Azadî Ayettüllah Aşitî, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PSKyê Mesud Tek û endamê Însîyatîfê parêzer Sebahattin Korkmaz, li gel endamên Însîyatîfa Batmanê civîneke çapemenîyê li dar xistin.Dezgehên ragehandinê û çapemenîyê û piştgirên Însîyatîfê jî beşdarî civîna çapemenîyê bûn.Civîn bi axaftina berdefkê însîyatîfê yê li Batmanê Aydın Üneş dest pê kir. Aydın Üneş bixêrhatina beşdaran kir û qedexeya Walîtîya Batmanê şermezar kir.Paşê li ser navê Însîyatîfê  Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bi Kurdî axaftinek kir. Bi Tirkî jî Berdevkê Hereketa Azadî Ayettüllah Aşitî axaft.Mustafa Özçelik, qedexeya Walîtîya Batmanê û ya Walîtîya Wanê şermezar kir û got ‘’Emê xebatên xwe berdewam bikin’’. Mustafa Özçelik ji ber xebatên li Batmanê hatine kirin Însîyatîfa Batmanê pîroz kir, spasîya wan kir.Axaftinên Kurdî û Tirkî li gorî daxuyanîya hatibû amade kirin hatin pêşkêş kirin.Piştî axaftinên li ser navê Însîyatîfê hatin kirin, bersîva pirsên rojnamevanan hate dayin.Endamên Însîyatîfê di vê derbarê de weke bersîv bîr û rayên xwe anîn ziman.20.08.207Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button