DosyaPolîtîk

Yekgirtû: Em piştgiriya referandumê dikin

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) bi fermî piştgirî da referanduma serxwebûna Kurdistanê.Şanda hevbeş ya YNK û PDKê, ku bo referandumê hatiye pêk anîn, îro bi rayedarên Yekgirtû re hevdîtin kir.Piştî civînê, bi navê şanda YNK û PDKê endamê polîtburoya PDKê Roj Nûrî Şawês ji rojnamevanan re ragihand, her sê partî li ser vê yekê bi tifaq in ku bi hev re xebatên encamdana referandumê bikin û bo ku referandom serkeftî be, çi pêwîst be, bê kirin.Roj Nûrî Şawês her wiha got, emê bi hemû partiyên Kurdistanî re bicivin û wan tevlî xebatên referandumê bikin.Wî endamê şanda YNK û PDKê da zanîn ku dê bi Bexdayê re jî behsa referandumê bikin û got, wek hûn jî dizanin Bexdayê helwestek metirsîdar li dijî Kurdistanê nîşan daye ji ber wê jî tê xwastin ku destpêkê şandeka YNK û PDKê serdana Bexdayê bikin û vê mijarê bi Hevpeymaniya Niştimanî ya şîeyên Iraqê re gotûbêj bikin. Ji bo wê jî emê di demek nêzîk de serdana Bexdayê bikin. Helbet emê mijara diyaloga bi Bexdayê re be partiyên Kurdistanî re jî biaxivin.Roj Nûrî Şawês anî ziman ku lidûvçûnek hûr bo referandumê hatiye kirin û got, referandum kareke piratîkî ye û Hikûmeta Kurdistanê û Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan dê encam bidin.Şawês behsa helwesta firaksiyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê jî kir û got, em şanaziyê bi wê helwestê dikin. Em hêvîdar in kurd li Bexdayê her wisa bin. Kurd dixwazin kêşeyan bi diyalogê çareser bikin ne bi şer û aloziyê.Li ser navê Yekgirtî jî endamê rêveberiya Yekgirtû Hadî Elî li ser naveroka agahî da. Hadî Elî diyar kir ku Yekgirtû jî piştgiriya referandumê dike û got, helbet sûdwergirtin ji firsend û derfetan girîng û pêwîst e. Divê em bi hev re xebat bikin bo çareserkirina kirîzan û parlamento û dezgehên din aktîf bikin.

Back to top button