Polîtîk

Yekemîn civîna hikûmetê

Kabîneya heştem ya hikûmeta herêma Kurdistanê, îro roja yekşembiyê 22 hizîrana 2014ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî  serokwezîrê herêma Kurdistanê de yekemîn civîna xwe saz kir.

Serokwezîr di civînê de got ku, raste pirosesa pêkanîna vê kabîneyê gelek dom kir ”lê li dawiyê em serketin û me karî hikûmeteke kodengîya niştimnaî pêk bîn in ku, ji hemû aliyên di hilbijartinan de serketine pêk tê. Ev yek jî ji bo vê qonaxa herêma Kurdistanê  pêwîstiyek e. Pêşhatên vê dawiyê jî rastiya van   dîtin û hiziran derxist holê ku, pêwîste di qonaxa bêt de aliyên herêma Kurdistanê yekdeng, yekrêz û li hev bin û pêkve rû bi rûyê wan gevên tên pêş bibin.

Nêçîrvan Barzanî, herwesa, tekîd kir ku, li herêma Kurdistanê qonaxeke nû ya hukimdariyê dest pê dike ku tê de hemû pêkhênerên hikûmetê di desthilat û biyardanê de hevbeşên rasteqîne ne, ji ber vê yekê tu tişt yekterefî nehêt encam da û divê hemû bi hev re wek yek tîm kar bikin û hevaheng û hevkar bin daku di rêvebirin û cîbicîkirina kar û erkên xwe  de serketî bin.

Di nava çar salên bên de hikûmeta Kurdistanê bi awayekî sereke kar li ser bizazîkirina hikûmetê dike, çunkî ji bo hebûna hikûmetek aktîv û şefaf , bisazîkirina hikûmetê ji her tiştê din pêwîstir e û got: ”Em dikar in avahî û pirojeyên gelek mezin encam bidin, lê eger em esasekî saxlem ê hikûmdariyê danemzrîn in, em sernakev in.”

Serokwezîr behsa needaletiyê di meaşan de kir û got ku, needaletî di meaşan de heye û pêştir siyaseta xelikrazîkirinê hati bû peyrew kirin ku,wê siyasetê jî tesîreke gelek xerap li ser pirsa meaşan kiriye, herwesa gelek qanûn hene pêwîstî bi verastkirinê hene û strakrura îdarî a wezaretan jî divê bê çak kirin. Herwesa, behsa rola çavdêriyê a parlamentoya Kurdistanê kir û daxwaz ji wezîran kir ku, hevkarî û hevahengiyê digel parlamento û komsyonên parlamentoyê de bikin û vê pirosesê gelek bi cidî wergir in.

Di civînê de, wezîrê pêşmerge raporek li ser rewşa niha ya leşkerî li herêma Kurdistanê, amadekariyên wezaretê ji bona rû bi rûbûna terorîstan, parastin û bergirî kirin ji tixûbên herêma Kurdistanê û deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê pêşkeş kir. Wezîrê navxwe jî li ser rewşa emnî a herêma Kurdistanê axivî.

Civata wezîran tekîd dike ku, siyaseta herêma Kurdistanê eve ku, xelkê herêma Kurdistanê û deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê biparêz e û nebe aliyek di tu şer û pevçûnên leşkerî de, lê bi tenê bergiriyî ji xwe dike.

Civîna civata wezîran biryar de ku, komîteyeke daîm bo dabînkirina pêdawîstiyên locistî bi serperiştiya wezîrê karûbarên pêşmerge û endametiya wezîrê samanên xwezayî, avadankirin û akincçkirinê û wezîrê şaredarî û tûrîzmê û yê saxlemiyê pêk bîne.

Serokwezîr daxwaz ji wezîran kir ku, serdanên meydanî bo wîlayetan û deverên cuda yên herêma Kurdistanê bikin û digel rêvebiriyên lokal de biciv in daku, ji nêzîk haydarî pirsgirêkên wan bibin û pêdawîstiyên wan destnîşan bikin û ev yek di kabîneya heftem de hat tecrûberkirin û di warê diyarkirina pirsgirêk û pêdawîstiyan de, encamên baş hebûn.

Back to top button