Civak

Yek li Brîtaniya û yek jî li Almaniyayê kuştî hatin dîtin

 

Di du bûyerên cuda de, termê du kurdên bakurê Kurdistanê li Birîtaniya û Elmaniyayê hatine dîtin.

Kanala BBC`yê belav kir ku termê Doxan Doxan ê 50 salî ku, ji Bakûrê Kurdistanê ye û ev 10 sale li Birîtaniyayê akincî ye, li malekî li bajarê Lîster  hatiye dîtin.

BBC`yê da xûyakirin ku Doxan xwedî dikaneke Pîtza bûye û di dema kûştinê de her du destê wî girêdane.

Li aliyek din ve termê keça 18 sali ji bakûrê Kurdistanê Arezû Ozmen jî li navçeya bakûrê Elmaniya hatiye dîtin.

Polêsê Elmaniya ragîhand ku guman heye ku keça 18 salî Arezû Ozmen bi tawana namûsê ji aliyê kesûkarê wê ve hatibe kuştin. pukmedia

 

Back to top button