Polîtîk

Osman: Tirkiye wek wîleyeteke osmaniyan li Îraqê dinêre

Mehmûd Osman di daxûyeniyeke taybet de ji ajansa Peyamnêr behsa helwestên hikûmeta Tirkiyeyê li hember kirîza siyasiya Îraqê kir û got ku Tikriye bi çavê wîlayeteke osmaniyan li Îraqê dinêre: 

Tirkiye dixwaze bi şêweyekî giştî bibe berpirsa mezheba Sûnne li herêmê, Amerîka jî roleke wisa daye Tirkiyeyê û  ji bona ku Tirkiye li deverê li heber Îranê raweste, piştgiriyê lê dike. Lê dirêjbûna destê Turkiyeyê li Iraqê metrîsiyê li ser kurdan çêdike.

Mehmûd Osman endamê parlamentoya Îraqê ji Hevpeymaniya Kurdistanî got:

Her çende Tirkiye aşkira pişgiriya pêkhateya erebên sunne û kutleya Iraqiye dike, lê bi nêrîna min, ev ne karekî başe, çûnke berpirsên bilindên Tirkiye, bi şêweyekî weha derbarê Iraqê de daxûyaniyan didin weke ku li ser wîlayeteke Osmaniyan diaxivin.

Ji bo min gelek nexweş e ku, destê Tirkiye û Îranê  di Iraqê de hebe, çûnke ziyana wan bo kurdan heye.  Wan her du welatan heta niha bo kurdên ku li wan welatane hîç mafek ne dane, di heman demê de bo kurdên herêma Kurdistanê jî weke pêwîst hevkarî nekirine.

Osman di berdewamiya daxuyaiya xwe de dibêje:

 Amerîka jî, ji bona ku rê li berfirehbûna rola Îranê bigire,  rol daye Tirkiyeyê. Iraq jî di vê navçeyê deye. Tirkiyê cavê xwe berdaye ku bibe berpirsa sûnneyan li hemû deverê.  Siudiye û welatên din yên kendavê jî ji aliyê xwe ve rol dane Tirkiyeyê, lê destwerdanên Turkiye ji aliyekî û yên Îranê ji aliyê din ve, dijatiya di navbera şçye û sûnna bi hêztir dike.

 

Back to top button