Cîhan

Serokê Kurdistanê û waliyê Hekarî li Selahedînê civiyan

Waliyê Hekarî Muammer Turker bi serkatiya şandeyekê serdana herêma Kurdistanê kir û duhî /16.01.2011) li Selahedînê ji aliyê Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Di civînekê de ku, Selcin Aydin konsulusê Tirkiyeyê yê Hewlêrê û Newzad Hadî waliyê Hewlêrê amade bûn, behsa vekirina du deriyên nû li ser sînorê navbera başûrê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê de hat kirin. Ew her du derî dikevine sînorê wîlayetê Hekarî, Hewlêr û Duhokê.

Waliyê Hekarî ji bona serxistina karûbarên vekirina her du deriyan daxwaza alîkariyê ji serok Barzanî kir û waliyê Hekarî got ku vekirina her du deriyan dê bibe sedemê xurtkirina têkeliyên xizmatiyê û bazirganiyê di navbera her sê wîlayetan de û wan têkeliyan bike di çarçoveyekî yasayî de.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku piştî temambûna karûbar û miamileyênqanûnî,  herêma Kurdistanê amadeye hevkarî û karhêsaniyê bo serxistina karûbarên vekirina her du deriyan de bike. Barzanî tekid jî li wê yekê kir ku vekirina van du deriyan xizmeta berev pêşveçûna pêwendiyên aborî, civakî û bazirganiyên di navbera Kurdistan, Iraq û Tirkiyeyê dike.

Back to top button