Civak

ORSAM: Îraq ber bi parçebûnê diçe

Enadmê enstîtuya lêkolînên stratejîk ên Rojhilata Navîn (ORSAM), ku navenda wê li paytexta Tirkiyê Enqereyê ye, Çetiner Çetin diyar kir ku, şîeyên Iraqê bi helwestên xwe dê welêt ber bi perçebûnê ve bibin. 

Cetin di nivîsekê de ku di malpera înternetê ya ORSAMê de hatiye weşandin  dinivîse ku, li Iraqê, piştî ku hêzên Amerîka vekişiyan, xetera şerê mezhebî û etnîkî zêde bûye û ji bo çareseriya kirîza Îraqê, Tehran û Enqere hewl didin. 

Rojnamevan Çetîn dibêje:

–  Şîye dixwazin Iraqê bixin destê xwe. Ev yek dê bibe sedema aloztirbûna rewşê û xetera perçebûna welêt zêdetir dike.

– Serokwezîrê Iraqê yê şîye Malikî, bi hêza xwe û zexta li sunniyan dike û her wiha helwestên wî yên li dijî Tirkiyê, wek gavên perçebûna Iraqê tên nirxandin.

Cetin berdewam dike û dinivîse ku,  gotinên serokomarê Iraqê Celal Talebanî yên li bara cîgirê serokomar Tariq Haşimî de ku gotibû, “heta tohmetên Haşimî neyê îsbatkirin, ew bêguneh e”, Tirkiye memûn kiriye. 

Endamê ORSAMê dibêje ku,  seorkê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di sala 2010ê de bi destpêşxeriyên xwe hikûmeta Iraqê dabû avakiri û dinivîse:

– Eger civîna awarte ya aliyên siyasî yên Iraqê bo çareseriya arîşeyên vê dawiyê li Bexdayê bê sazkirin, Barzanî beşdarî nake. Û heke Barzanî beşdar nebe, lîsteya Iraqiye jî beşdar nabe. 

Weke tê zanîn piştî alozbûna rewşa siyasiya Îraqê û revîna cîgirê serokomarê Îraqê Tariq Haşimî bo herêma Kurdistanê, hikûmeta Tirkiyeyê jî ketiye tevgerê û dixwaze di çareserkirina kirîza siyasiya Îraqê de rolek bilîze. Heta nuha çend careke serokwezîrê Tirkiyeyê bi telefonê serokwezîrê Îraqê li ser xeteriya parçebûna Îraqê hişiyar kirye. 

Hikûmeta Îraqê jî wan helwestên Tirkiyeyê bi tedexula karûbarên Îraqê dizane û her ji ber hindê duhî hikûmeta Îraqê gazî sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê kir û nameyeke nerazîbûnê li heber helwestên hikûmeta Tirkiyeyê da destê sefîrê Tirkiyê ku bigehîne Enqereyê.

Back to top button