Hevpeyvîn

Heydo: Li bakur bingeha sînemaya kurdî xurt e

Ekrem Heydo salên 90î ji Rojavayê Kurdistanê hatiye Ewropayê, li zanîngehê perwerdeya sînemayê dîtiye. Piştî gelek tecrûbeyên sînemayê, sala 2011 fîlmeke belgeyî yê dirêj kişand, beşdarî çend festîvalan bû, xelatên herî serketî wergirt. Îcar vegeriya Bakurê Kurdistanê û bi tecrûbeyên xwe xizmeta sînemaya kurdî dike; li Amedê di Konservatûwara Aram Tîgran de dersa sînemayê dide.

Heta niha fîlmê te tevlî çend festîvalan bû û eleqeyek çawa dît?

Ekrem Heydo: Filmê HALABJA tevlî 8 festîvalên netewî û navnetewî bû, li 4 festîvalan xelat wergirt.

Rola festîvalan çi ne? Ji bo te kîjan festîval balkêş bû? Festîvalên kurdan û navneteweyî?

Ekrem Heydo: Festîval roleke pir mezin di pênasîna fîlman de dilîze û serkeftina wan, herweha fersendeke dide filmçêkeran ku hevdû nas bikin, di belavkirin û bazara fîlman de rêyekê vedike.

Festîvala navneteweyî ay balkêş, ya Dubayî bû bo min, ji ber ku pirr baş hatibû organîze kirin û rengê navnetewî cihê xwe girtibû, ji Hollywood, Bollywood, ji Afrîqa û Asya û ji Rojhilata Navîn gelek fîlm û filmçêker hatibûn. Di 8 salan de festîvala Dubayî cihê xwe di nav festîvalên navnetewî de çêkiriye, di Rojhilata Navîn de ji filman re bûye navnîşanek.

HALABJA di festîvalê de hate nîşandan û xelata taybet a jûriyê wergirt. Di çapemeniya erebî de bi rengekî erênî li ser fîlm gellek tişt hate nivîsandin.

Festîvala netewî bo min li Bakurê Kurdistanê ya Fîlmamed û Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney li Batmanê, gelekî bi rêk û pêk hatibû organîze kirin û pirr kes lê beşdarbûn. Bi ya min li bakur bingeheke baş heye bo sînemaya kurdî.

Bi ya te dem hatiye ku rewşenbîr û hunermendên kurd vegerin welatê xwe, xizmeta çand û hunerê bikin?

Ekrem Heydo: Mirov dikare ji cihê ku lê dimîne xizmeta çand û hunera kurdî bike. Xebata li derveyî welêt pirr girîng e. Têkiliyên bi civakên biyanî re ku em di nav wan de dijîn pirr girîng û alîkar in bo nasandina çand û pirsa kurdî. Lê ya herî girîng ku mirov têkiliyên bi hundirê Kurdistanê re xurt bike. Pêwîst e em projeyên mayînde li Kurdistanê jî pêk bînin.

Eleqeya beşdaran li Bakurê Kurdistanê çawa ye?

Ekrem Heydo: Dema ez beşdarî festîvala Filmamedê bûm ji min hate pirsîn ka ez dikarim dersên sînemayê li Amedê bidim. Ev pêşniyar pirr bi dilê min bû; li akademiya hunerê bi zimanê kurdî ders dan û bo avakirina sînemaya kurdî bi zimanê kurdî çêdibe. Ya din jî ez bi xwe evîndarê Amedê me û ji ber wê jî dema ev pêşniyar ji min hate kirin û derfet bo wê çêbû, min ew pejirand.
Jimareke baş beşdarî dersên akademiyê dibe û bi heweseke xurt beşdar xwendina xwe berdewam dikin.

Asta Konservatûara Aram Tîgran kîjan dereceyê de ye? Şagirtên ku xilas dikin wê bi awayeke fermî dîploma bistînin?

Ekrem Heydo: Konservatûwara Aram Tîgran bi xwe beşa hunerî ya Şaredariya Mezin ya Amedê ye. Xwendekar mecbûr in ku 2 salan xwendina xwe li wir bikin û yên serketî wê bi dîplomayê bi dawî bikin. Di Konservatûwara Aram Tîgran de ne tenê beşa xwendina sînema heye, herwiha beşa xwendina muzîkê, şêwekarî, dans, wêjaya kurdî û şano jî hene.

Gelo projeya te ya bê çi ye?

Ekrem Heydo: Ez ê projeya bê li bakur pêk bînim; çîroka wê sînoran derbas bike.

Gelo Alî kurê kê ye?

Ekrem Heydo: Du roj piştî barana bombeyên kîmyevî, leşkerên Îranî tên cihê bûyerê. Gellek zarok û mezin jiyana xwe ji dest dane, lê hin kes jî birîndar in. Ali jî yek ji wan e. Hê zarok e. Gellek endamên malbata xwe di vê qirkirinê de winda dike. Malbateke Îranî xwedî lê derdikeve û wî mezin dike. Bi xêra “Komela Zarokên Windayî yên Helepçe”yê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, guman li Ali tê kirin ku ew zarokê Helepçeyî ye. Piştî testa DNAyê derdikeve holê ku Ali zarokê Helepçeyê ye û niha li Zanîngehê xwendekar e.

Alî diçe serdana goristana Helebçeyê û li ber kevirê gorekê radiweste ku navekî rêşkirî li ser wê heye; ew gora wî ye!

Piştî 21 salan Alî ji Îranê vedigere bajarê Helebçe, ji bo ku li malbata xwe bigere. Pênc malbat hêvî dikin ku Alî zarokê wan be. Herwiha malbata mamoste û hunermend Fexredîn jî, yê ku di êrîşên bombeyên kîmyawî li Helebçeyê di sala 1988ê de pênc zarokên xwe wenda kiriye. Gelo Alî zarokê wan ê wendayî ye?

Ekrem Heydo Kî ye?

Di sala 1973ê de li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Serekaniyê ji dayik bûye. Li Almanyayê perwerdeha derhêneriya sînemayê di sala 2009ê de li Akademiya Hunerê ya Ruhrê bi dawî kir. Li Amed û Berlinê dijî. Helebçe, fîlmê wî yê metradirêj ê pêşîn e.

Fîlmên Ekrem Heydo:

Halabja-Zarokên winda, 2011

Déjá vu, kurtefîlm, 2004

Radio Hîwa kurtefîlm, 2003

Ubi bene ibi patria, kurtefîlm 2001

Tevlî van festîvalan bû:

Festîvala 35th São Paulo International Film Festival, li Brazîlya FILMAMED, Festîvala fîlmên dokument ya Amed, bakurê Kurdistanê

8. Dubai International Film Festival Îmaratê (8. festîvala fîlmên navneteweyî ya Dubayî)

22. festîvala fîlmên navneteweyî ya Emden li Elmanya

5. Festivala fîlmên belgeyî ya Iranê

Festivala fîlmên kurdî ya Londonê 2011 li Ingilterê

Festivala fîlmên Yilmaz Guney li Batman – Elihê li bakurê Kurdistanê

Duyemîn festîvala filmên belgeyî ya Helepçe li başurê Kurdistanê

Film li hemû festîvalan baş hate temaşe kirin û deng veda, bandorek li temaşevanan kir, gelekî baş derbas bû.

 

Hevpweyvîn: Ciwan Tengezar/Rudaw

Back to top button