CîhanRojev

YE Tirkiye bi tundî rexne dike

Komisyona Yekitiya Ewropa hersal raporek salane ya “Rapora Welata” radigihîne. Di vê raporê de behsa rewşa siyasî û darayî ya welatan dike û helwesta YE dide kifşkirin. Rapora ku sala 2021ê hatî eşkere kirin de, heyîna Tirkiye li Suriye wek hêzek dagirker dinirxîne. Ev cara yekeme kû YE Tirkiye li Suriye wek hêzek dagirker dinirxîne.

Herweha di raporê de dibêje ku, siyaseta Tirkiye ya di demên dawî rêve dibe li gel siyaseta Yekitiya ewropa nagunce. YE bi tundî Tirkiye rexne dike. YE dide xûyakirin ku, hêzên çekdarên Tirkiyeve girêdayî li bakurê Suriye hemû awayî mafê mirova binpê dikin. Divê Tirkiye li Suriye ji dev binpêkirina mafê mirova berde . Her çikas Tirkiye pişgiriya hukumeta demikî ya Suriye dikê jî,cardin li deverê wek hêzek dagirker tevdigere.

Back to top button