YE rapora li ser Tirkîyê diyar kir

Komîsyona Ewrupa li ser rewşa têkilîyên sîyasî, aborî û bazirganî yên Yekîtîya Ewrûpayê (YE) û Tirkîyê rapora xwe ya sala 2023an diyar kir.
Di raporê de hat gotin ku “ ji ber rewşa giran a mafên mirovan û hiqûqa navxweyî, bicîhneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a YE, têkilîya YE-Tirkîyê û gelek sedemên din li pêşberî endametîya Tirkîyê dibin asteng divê bên çareserkirin“.
Berpirsê sîyaseta Derve û Ewlekarîya Yekîtîya Ewrûpayê (YE) Josep Borrell û Berpirsê Cîrantî û Berfirehkirina Ewrûpayê Oliver Varhelyi, rapora ser Tirkîyê li Brukselê li navenda giştî bi preskonferansekê pêşkeş kirin.
Josep Borrell destnîşan kir ku dîyaloga ser serwerîya hiqûqê û mafên bingehîn wê bibe beşek bingehîn a têkilîya YE û Tirkîyê.
Di rapora 18 rûpelî de hat eşkere kirin ku ji bilî têkilîyên dualî û aborî, gelek xal hene ku çarçoweya peywendîyên YE- Tirkîyê aloz û dijwar dikin.
Daxuyanîyên li ser rewşa Rojhilata Derya Spî, pirsgirêka Qibrisê, di şerê Rûsya û Ukrayna de helwesta Tirkîyê, berfirehkirina NATOyê, helwesta Tirkîyê ya li ser mijarên sîyaseta derve û herêmî, piştgirîya Hamas û dijberîya Îsraîlê û rewşa mafên mirovan a navxweyî û serwerîya hiqûqê û gelek sedemên din ji bo endametîya Tirkîyê ya ji bo YE sedemên berbiçav in.
Borell û Varhelyi destnîşan kirin ku hawirdorek aram û ewledar a li Rojhilata Derya Spî û pêşxistina têkilîyek hevkar û sûdmend ên bi Tirkîyê re, di berjewendîya hemû alîyan de ye.
Borrell û Varhelyi ji bo çareserîyê ji Tirkîyê pabendbûna bi peymanên navnetewî û binpênekirina mafên serwerî yên endamên YE xwestin.
Di beşa duyem ya raportê de sîyaseta Tirkîyê ya li derveyî heremên YE jî hat nirxandin, wek li Sûrîyê, Îraq, Îran û Ermenistan.
Borrell û Varhelyi destpêkirina peywendîyên Tirkîyê û rêjîma Sûrîyê bi navbeynkarîya Rûsya wek dijberî sîyaseta YE rexne kirin.
Borrell û Varhelyi bi îdiaya dijî milîtanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bal kişandin ser berdewamîya operasyonên leşkerî yên Tirkîyê û hebûna leşkerî ya li Sûrîyê û Herêma Kurdistana Îraqê
Borrell bi bîr xist ku hikûmeta Îraqê operasyonên Tirkîyê bi tundî şermezar dike.
Di raporê de hat gotin “tevî ku YE, PKK’ê wek rêxistinek terorîst dibîne, welatên herêmê teşwîq dike ku çalakîyên li dijî terorê koordîne bikin, bi pîvan û bi rêzgirtina tam ya serwerîya hiqûqê tevbigerin“.