Cîhan

MÎTê berpirsekî din ê PKK/KCK kujt

Çapemenîya Tirkîyê ragihand ku MÎTê Mehmet Akin ê bi kodnav “Harûn Egîd” ê PKK/KCKî li Başûrê Kurdistanê, li cihê ku operasyonên Pençeyê didomin, berteref kiriye.

Li gor agahiyên ku Ajansa Dewletê AA ji çavkaniyên ewlekariyê wergirtine, li Avaşîn a li Başûrê Kurdistanê Mehmet Akin ê ku ji hêla rêxistinê ve di warê sabotajê de hatiye perwerdekirin, di êrîşên dijî Hêzên Çekdarên Tirk de beşdar bûye.

Akin ê ku ji hêla Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 3yem a Edeneyê ji ber sûcê “endametiya rêxistina terorê ya çekdar” di derheqê wî de qeyda lêgerînê hatiye dayîn, li Başûrê Kurdistanê li cihê ku operasyonên Pençeyê lê didomin, amadekarî dikir ku êrîşî baregehên eskerî bike.

Li gor ragihandina AA,  Mehmet Akin xwe li Xakurkê xwe veşartiye û bi operasyona MÎTê hatiye berterefkirin.

Back to top button