Polîtîk

Yawer: Pêşmerge di amadebaşiyê de nîne

Sekreterê wezareta pêşmerge ya herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku wan bo lêdana hêzên Îranê an hêzeke din, çi hêzeke pêşmerge li ser sinorên Pişderê nexistiye di amadebaşiyê de.

Cebar Yawer ji AKnewsê re got:
– Me li navçeyên Pişder û Qeladizê bo lêdana Îran an hêzeke din, çi hêzeke pêşmerge nexistiye di amadebaşiyê de. Me tenê îcazeyên pêşmergeyan ragirtiye ev jî bo çavdêriya rewşa navçeyê ye. Niha tenê 3 lîvayên pêşmerge di sinorî Pişderê de hene.

Yawer li ser egera êrîşkirina Îranê û lêvegerandina hêzên pêşmerge got:
– Îran karekî bi wî rengî nake çimkî dizane sinorên herêma Kurdistanê sinorên Iraqa federal in û sinorekî navdewletî ye û nabe derbas bike.
Îro jimareyek malperên kurdî ji zarê çend berpirsên wezareta pêşmerge belav kirin ku li navçeyên qazaya Pişderê 15 hezar pêşmerge bi fermana fermandarên xwe, ji bona bersingirtina êrîşên Îranê, ketine di amadebaşiyê de ku ji lîvayên Bêtwên, Pişder, Balek, Soran û Xoşnawetiyê pêk hatine.

Duhî jî Cebar Yawer di daxuyaniyekê de diyar kir bû ku arteşa Îranê debasî axa herêma Kurdistanê nebûye.

Back to top button