Polîtîk

Nameyeke protestoyê ji Ehmedînejad re şand

Federasiyona komele û rêxstinên nehikûmî li bajarê Hewlêrê çalakieyeke protestoyê li dijî topbaran arterşa Îranê bo ser deverên ser sînor encamp da. Federasiyona komele û rêxstinên nehikûmî serdana konsolxaneya Îranê y ali bajarê Hewlêrê kir û nameyeke protestoyê ku jib o Emedînejad serokomarê Îranê amadekiriye teslîmî konsolosê Îranê kie.

Sîrwan Gerdî berdefkê Federasiyona komele û rêxstinên nehikûmî di daxuyaniyekê de got ku wan nameyeke nerazîbûnê jib o Ehmedînejad serokomarê Îranê gihande destê konsolosê Îranê yê li Hewlêrê wan di nameya xwe de daxaz ji serokomarê Îranê kiriye ku bi zûtirîn dem topbarana gund û deverên sersînor ku ziyanê digohîne her du aliyan rawestîne.
Gerdî got jî ku konsolosî Îranê ji wan re soz da ku nemya Federasiyona komele û rêxstinên nehikûmî bigihîne destê Ehmedînejadê serokomarê Îranê.

Weke tê zanî eve nêzîkî hevtiyekê ye bi hêceta çekdarên PJAKê, arteşa Îranê gund û deverên ser sînor topbaran dike. Îro şandyeke parlamentoya Îraqê jibo lêkolîna topbarana Îranê serdana deverên ser sînor kir.

Back to top button