CîhanRojev

Xwepêşendar hola parlementoyê de dest greva birçîbûnê kirin

Xwepêşanderên alîgirên Tevgera Sedir derbasî nav hola civînan a Parlamentoya Iraqê bûn û “greva vekirî” ragihandin.

Xwepeşandanên îro serê sibehê destpêkirî de,xwepeşandar cardin ketin nava parlementoyê de û daxwaziyên xwe gotin. Dema derbasbûna xwepêşenderan ya herêma Kesk û parlementoyê de alozî di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşenderan de derket zêdeyî 60 kesî ji herdu aliyan birîndar bûn.

Ji aliyê din ve serokwezîr Mistefa Kazimî û fermandarê giştî yê hêzên çekdar bi daxuyaniyekê daxwaza ewlehiya xwepêşanderan kirin û daxwaz ji wan kirin ku pabendî xwepêşandanên aştiyane bin.

Ji aliyek din Tevgera Sedir di daxuyaniyekê de hişyariyeke bilez da aliyên siyasî û destdirêjiya ser xwepêşanderan xiste stûyê aliyên siyasî û got, hêzên ewlehiyê ligel çaksaziyê ne û çaksazî ligel wan e.

Back to top button