Civak

Xwepêşandanên Silêmaniyê dîsa dest pê dikin

Li gora nûçeya Aknes-ê, Xwepêşanderên Silêmaniyê duhî di beyanameyekê de got, “Îro seat 17:00,  ji bo bersivdana daxwazên me, maweya dawîn bû bo hersê serokatiyên hikûmet, herêm û parlamentoya Herêma Kurdistanê . Em wek Civata Demî ya Xwepêşanderan radigihînin ku tevî destpêşxeriya serokatiya hikûmeta herêmê ku çend serincên xwe derbirî, serokatiyên herêmê nekarîn di wadeya xwe ya diyarkirî de bersiveke têrûtije bidin me.”

Civata Xwepêşanderan diyar kir bersivnedana wan amaje bi wê çendê dike ku hersê serokatî di çareserkirina qeyranên siyasî û pêşhateyên jinişkave de ne aktîv in.

Di beyanameyê de tê gotin, “Em desthilatê haydar dikin û cemawer jî piştrast dikin ku emê nerazîbûnên xwe bidomînin.”

Berdevka Demî ya Civata Xwepêşanderan Nasik Qadir da zanîn ku ew dê sibê ji nû ve li Meydana Azadî (Berderkî Sera) li hev bicivin û mekanîzmeya mangirtina xwe ya sertaserî rabigihînin.

Duhî Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê di civîneke rojnamegeriyê de ragihand ku daxwazên xwepêşanderên Silêmaniyê gihiştiye destê wan û ew niha li ser van daxwazan kar dikin.

Daxwazên xwepêşanderan ji 11 xalên aktûel û 26 xalên bingehîn pêk tên ku xalên girîng yên aktûel ev in: Bidawîanîna rewşa awarte ya li hemû bajar û bajarokan, vegerandina hemû hêzên ewlekariyê yên ku piştî 17ê sibatê hatine nav bajarên Kurdistanê, berdadkirina hemû kesên ku ji kuştin û birîndarkirina xwepêşanderan berpirs in.

Xalên girîng yên bîngehîn jî ev in: bangkirina wezîrên pêşmerge û navxwe û serokwezîrê herêmê bo parlamentoyê, pêkanîna lêpirsîna li ser dahata berpirsan, kêmkirina mûçeya parlamenter, wezîr û berpirsên bilind yên hikûmetê.

Back to top button