Polîtîk

Arinc: Divê girtiyên KCK-ê bi kurdî parastina xwe bikin

Cîgirê serokwezîrê Tirkiye Bulent Arinc di daxuyaniyekî de behsa rewşa girtiyên doza KCK-ê kir û got, mafê parastinê mafek  xwezaiye. Dadgeh dibêje ku evên girtî zimanê Tirkî jî dizanin û zimanê Kurdî jî dizanin vêca baweriya dadgehê ew ku mademkî Tirkî dizanin bila parastina xwe bi Tirkî bikin û nahêle ku ew bi Kurdî parastina xwe bikin. Di baweriya min de ev çewte.

Arinc  dibeje ku, mafê girtiyane ku bi zimanên dixwazin parastina xwe bikin. Ev biryara wane. Divê serokê dadgehê jî rêzê li biryara girtiyan bigre û mafê wan yê parastinê de asteng çênebin.

Herweha Arinc da xuyakirin ku ewê destura nû ya Tirkiye de gelek tiştên nûjen ku bikaribe bersiva daxwaziya milet bide cig bigrin.

Back to top button