Îroj

3'ê Adar

3’ê Adar

Di sala 1943’an û di rokekî wekê îroyê de rojnameya bi navê Roja Nû li Beyrudê derket. Berpirsyarê Giştiyê Rojname û Mesul Mudirê Kamuran Elî Bedirxan bû.

Rojnameya Roja Nû

Rojnameya Roja Nû ji aliyê Kamuran Elî Bedirxanê ve di navbera salên 1943 û 1946’an de hatiye weşandin.

Di nivîskarên rojnameyê de şexsiyetên mezin yên Kurd jî hebûn. Ew jî : Celadet Bedirxan, Hesen Hîşyar, Osmen Sebrî, Qedrî Can, Reşidê Kurd û Cêgerxwîn bûn.

Di dema derketinê de li ser rojnameyek hefteyî hatîbû fikirandin lê her hefte nehatiye weşandin. Digel pirsgirêkên aborî pirsgirêkên din jî hebûn. Tevî her tiştî rojname 73hejmar hatiye weşandin.

Zimanê rojnameyê bi Kurdî û Fransizî bû. Di nava rojnameyê de pirtir li ser wêje û folklora Kurdî hatiye sekinandin.

Celadet Bedirxan di rojnameyê de bala xwendavanan dide şîretên bawûkalên Kurdan û wiha dibêje:

“Belê Xanî digot: “Bixwînin”; koyî li gora wextê xwe, bi ser ve zêde dikir û digot: Bi awayê nu bixwînin. Lê me nexwend, gelo çire? Ji ber ko mezin û bîrewerên Kurdan menfehetên xwe ên şexsî di ser menfeheta millet re girtine; ev milletê belengaz wek kerikî pez dane ber xwe, ew dotine. Ji şîrê wî, rûn û mast û pênîr, ji hirîya wî xeftanîce teyleson çêkirine. Xwedê gunehên wan bixefirîne. Tiştê ku yar û mezinên me kirîye, ewê lê rojekî derba neyaran em hîşyar kirin. Bi vê derbê me bîra her tiştî bir. Me zanî ku xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivisandina zimanê xwe û bi parastina wî, di cîvata milletan de, wek millete kî xweser dikarin bijîn, payedar bibin.”

Rojname piştî herbê cihanê duyemîn û li dawiyê herbê hatiye weşandin. Ji ber vê yekê rojname aliyê xwe jî di rojnameyê de gelek car diyar kir. Rojname piştî 3 salan û di sala 1946’an de hatiye girtin.

Back to top button