Xwepêşandanek cuda
Xwepêşandanek balkêş û bi naverok li Kiziltepe pêkhat. Hinek genc ji tunebûn yan jî kêmbûna elektrîkê gelek aciz bûn û xwestin vê yekê protesto bikin. Ev xortên hanê bi serê xwe ji hemû rêxistin û ji siyasetê dûr daxwaziyek civakî û girng bi zimanê kurdî gihandin raya giştî
Di meha remezanê de tunebûna elektrîkê bû sedemek bingeh ku ev genç xwepêşandanek kî bikin. Di civata kurdan de karanîna zimanê kurdî di hemû warek civakî de gelek girînge û van xortên çelak ev yek kirin. Herweha ew xort bi xwe didin kifşkirin ku, belkî îro em ne gelekbin lê ji bo tovê gelek bûnê em girîngin. Ev tov carekî hate avêtin dê li gelek deverên din bi hêztir çîn bibe.
Ev xort dibêjin, em li herêmekî dijîn ku her tiştî me hene. Lê hemî zenginiya me ji me tên standin û ji bo xwe dibin. Xortek di nav xwepêşandanan de dibêje:Ev gaveke, heta pirsgirêka elektrîkê bête çareserkirin wê çelakiyên me berdewam be, û dawiya axavtina xwe de ev xortê çeleng dibêje: Bijî azadî bimre koledarî.. Ev jî balkêş e..