Pêwendiyek telefonî di navbera Barzanî û Noşûrvan de
Ji bo normalkirina pêwendiyan di navbera PDK û Tevgera Goranê de pêwendiyek telefonî di navbera cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û sekreterî Tevgera Goranê Noşîrwan Mustefa de pêkhat.
Ji berî çend rojekî sekreterê Tevgera Goranê Noşûrvan Mustafa ji bo serastkirina pêwendiya di navbera Partî û Goranê de pêwendiyek telefonî digel Nêçîrvan Barzanî kir.
Çavkaniyek taybet ji Nima Press re daxuyakirin ku, di vê pêwendiya telefonî de Nêçîrvan Barzanî daye kifşkirin ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî amadeye bi aweyek fermî digel Tevgera Goran civînekî bike û di warê madî de alîkariya Goranê bike.
Herweha Nêçîrvan Barzanî ji serokê tevgera Goran re gotiye ku Partî amadeye hewil bide ji bo:
– Çareserkirina pirsa hemû”nanbiryan”, (ew kesên ji YNK gihiştîne Goranê û meaşê wan ji aliyê hikûmetê ve hatiye qutkirin)
– Pirsa ku Goran li Bexdayê postekî siyadî di hikûemta Bexdayê de werbigire.
Weke tê zanîn piştî xwepêşandanên 17ê şiwatê li bajarê Silêmaniyê û êrîşkirina ser baregayên Partî li bajarê Silêmaniyê û hindeke bajarokê ser bi wîlayeta Silêmaniyê ve, têkeliyên navbera Partî û Goranê aloz bûn.
Lê her di destpêka bûyeran de Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê PDK di pireskonferensekê de got ku divê ev pirsgirêk bi rêya civîn û diyalogê bên çareser kirin û rê li pêşiya wê tendesê girt ku hewil dida navbera Partî û Goranê têk bidin.