Cîhan
London dişewite
Ji berî 3 rojan li Londonê xortek ji aliyê polisan ve hate kuştin. Li ser vê bûyerê hinek ji xelkê dest xwepêşandanan kirin û di xwepêşnadanan de agir berdan otomobilan, gelek cihên kar û dikan şewitandin û talankirin.
Roj bi roj xwepêşandan berfireh dibin. Serokwezîrê Britanya betlana xwe qut kir û vegeriya London. Heta niha nêzikî 300 kes ji aliyê polisan ve hatine girtin. Lê bûyer taxên derdora Londonê belav dibin û ji deverên din polis tên Londonê da ku bûyeran bisekinînin. Li gora agahdariyan polis di bûyeran de neçar dimînin û di gelek cihan de nikarin mudexaleyê jî bikin. Heta niha bi sedan cih hatine talan kirin û çwitandin.