Nivîsar

Xwepêşandanan de PKK pravakasyona dike!

Li başûrê Kurdistanê taybetî li devera Germîyan û hinek navçeyên Silimaniyê xwepêşandan têne kirin,her çikas daxwaziyên beşek ji xwepêşenderan rewa bin û ji bo mafên xwe yên hemwelatiyê doza jiyanek xweştir bikin tê fam kirin. Lê di rastiya xwe de rewş cuda ye û armanca pravatorên di nava xwepêşanderan de cudaye. Yên ku provakasyonê dikin heval bendên PKKê ne û PKK bi xwe ye.

Dema medya PKKê baş bê şopandin ev rastî derdikeve holê û ev helwesta PKKê beşek ji stratejiya PKKê ye. Di bingehê xwe de PKK şerê PDKê dike. Avahiyên PDK dişewitinî,êrîşê avahiyên hukumeta dikin û pêşmergeya şehid dikin. Deverên ku xwepêşandan lê tên kirin di bin bandora YNKê dene û PKK li van deveran bi hêz e. Ev tevgera ku PKK dike tiştekî tenê dike armanc. Armanca PKKê têkdana statuya başûrê Kurdistanê ye. Herkesekê dizane niha gelek aliyên Şîe li Iraqê dixwazin statuya Kurdistanê ya federalî nemîne û Hewlêr,Silêmanî û Dihok cardin bibin wek parêzgehên Iraqê û bi temamî bikevin di bin bandora hukumeta Iraqê de. Ev Armancek sereke ya Îranê û çeteyên Heşda Şeibîne. PKK jî xizmeta vê siyaseta qirêj ya ku dixwaze statuya Kurdistanê têk bibe dike. Xwepêşanderên Ala Kurdistanê bînin xwar û Ala Iraqê bilind dikin Kîne? Çine û armanca wan çîye?

Lê PKK vê yekê gelek bi zanebûn dike û herweha vê çalakiya xwe ya di xizmeta dijminên Kurdistanê de, wek ” Gel pehinekî li PDKê dide” dide nîşandan û propagandeya vê di medya xwe de dike. Li vê derê xalek girîng heye û berpirsiyariyek mezin dikeve li ser milê Medya Başûrê Kurdistanê. Tê zanîn ku beşek medya başûr piştevaniya PKKê dike, di bingehê xwe de ew medya pişgiriya her tiştek li dijê PDKê be dike. Lê medyak din heye ku piranî wek nêzikî PDKê tê zanîn.

Gelo ne erkê vê medyayê ye rastiya bûyeran bighîne Raya Giştî ya Kurdistanê? Ev medya ji herkesekî behtir dizanin ku di nava xwepêşendaran de ajanên PKKê hene û ew bi zanebûn pravakasyona dikin û berê xelkê ku xwepêşandanên dikin didin dezgehên hukumeta Kurdistanê û hinek aliyên siyasî. Pêwiste ev provakator ji aliyê medyayê ve bêne eşkere kirin. Mimkine hinek bêjin ku; ev karê asayîşê ye ne karê madyayê ye. Nexir ev karê medyayê ye, heta divê di van deveran de behsa xemsariya asayîşê jî bikin û bi awayekî rastiya bûyeran derêxin holê.

Di xalek din de divê bala medya başûr bê kişandin. Her nûçeya ku di derbarê HDP,KNKê,PHDê,KCKê û dezgeh û rêxistinên PKKê ve girêdayî didin,hun dibin sedema arîkirina PKKê li başûrê Kurdistanê. Zanebûn , ne zanebûn hun duhn li nanê PKKê didin. Medya PKKê gelek zanebûn di derbarê rewşa başûrê Kurdistanê de dezenfarmasonê dide,nûçeyên derew belav dike. Gelo ne erkê medya başûre ku van derewan eşkere bike? Lê mixabin ev nayê kirin. Wek dibêjin hingî me behsa vê mijarê kir mû zimanême ve hatin.

Civîna 3 aliyên siyasî ku di hikumetê de cih digrin gelek girîng bû. Serpereştiya serokê Kurdistanê de PDK,YNK û Goran civek li darxistin û encama civînê gelek erênî bû. Lê mixabin hinek ji van partiya nikarin erkên xwe pêkbînin. Ji ber ku PKK di nava wan de jî cih girtiye û zererek mezin dide wan bi xwe jî.

9.12.2020

Nûçe/Analîz

Rojevakurd

Back to top button