Civak

Xwepêşandana Goran bû armanca êrîşek çekdar

Li bajarê Silêmaniyê dijê xwepêşandana lîsta Goranê erîşek çekdarî hate kirin. Di encama vê erîşê de gelek kes hatine birîndar kirin. Li gora agahdariyan heta niha ji bo êrîşê kesek nehatiye binçav kirin. Tê îdia kirin ku yên êrîş kirîn ji tîmên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan-YNK-ê  bûn.

Di vê derbarê de hukumeta herêma Kurdistanê heta niha tu daxuyanî nedane. Herweha li himber îdiayên tên kirin YNK-ê jî tu  daxuyani nedane. Dê seetên pêşiya me de ev bûyer çêtir bête zelal kirin.

 

Back to top button