Xwenas 5 derket

0
24

Kovara Felsefe û Rexne XWENAS bi hejmara xwe ya 5. li benda xwendvanên xwe yên felsefehezan e. Mijaravê hejmarî jî gelek tijî û zengîn e. Bi 170 rûpela xwe ve XWENAS 5, ji bûyerên girîng yên li dîrokî, ramaner ûhozanên Kurd û dunyayî yên ku di dîroka felsefê de bi bandur in, besheke ji dîroka siyasî-felsefî ya Kurd (Newrozû Komara Mahabad) û her wisa besheke ji dîroka felsefî ya serdema seretayî bi hûnandineke dewlemend û kûrmereq û qisawetên we yên ramanî dê bibersivîne…Kerem bikin nivîseke ji XWENAS û her wisa lîsteya naveroka kovarê ji bo we hatiye terxan kirin.​XWENAS -5Kovara Felsefe û RexneZeynel AbidînFelsefe û ZimanIPirsgirêka bingehîn ya dîroka felsefeyê ziman e. Ji qirna kevin ya dema Helen û Helenîzm ta niha ev pirsgirêk cîhekî girîng dagirtiye di hemî gengeşiyên fêylesofan de. Helbet mijareke dûr û dirêj e. Lê em dê dîsa jî di vê nivîsê de bikevin nav hewildanên lêgerîna ku ji seretaya nihêrînên olî û felsefe ta niha ev babete çawa hatiye serzimankirin û li ser wê çawa têgîhîştin hatiye pêşxistin.Berî her tiştî divê em zelal bikin ku felsefe jiber ku hebûnê bi rengekî tevayî ji xwe re kiriye mijar, yan jî embêjin divê hebûnê bi vî rengî lêbikole, tekeliyeke berfireh bi her şêweyên taybetiyên hebûnê hembêz dike.Heyenasî (Ontolojî yan jî metafîzîk) xweza, zanîn, nirxdarî (aksiyolojî), sincdarî (etîk), ciwandarî (estetîk), dadwerî (hiqûq), bîrkarî (matematîk), hûner, ziman… hemî yek bi yek dikevin nav babetên felsefeyê. Her wisa îro di felsefeya hemdemî de êdî felsefe ji taybetiya xwe ya berê ya ansîklopedîk filitiye û berev dabeşbûneke wek ewlekên zanistîpêşkeftineke nû pêk dihîne. Mirov dikare bêje, ku hemî beşên zanistî êdî xwedî felsefeyeke xwe yataybet bûye.Lê dîsa jî ti caran felsefe nikare wek bizaveke zanistî xwedî beşên zelal bibe. Jiber ku ew çi qasbabetên xwe teng bike û berev dabeşbûneke wek zanistiyê biçe jî, ew nikare ji nihêrîngeha (perspektîfa)berfirehî ya hebûna giştî xwe azad bike. Jiber ku di felsefeyê de ziman bi cûdabûneke mezin ya beşênzanistiyên şirûştî, dîrokî û civakî xwe dide diyarkirin. Her wiha di nav mijarên hebûnê de du tişt heneû ew herdu jî çi caran ji nav pirsgirêkên felsefê nahête qutkirin.Ziman û bîrkarî…Wekî dihête zanîn, fêylesofê Yewnanî Platon, ku ew di heman demê de avakirê Felsefeya Têgehdaniyê(Felsefeya Konseptûalîzmê) ye, li ser deriyê Akademiya xwe de ev nivîs daliqandibû:„Yên bîrkariyê nizanin ji vê akademiyê bila nekevin hindur.”Helbet ev yek jî taybetiyeke felsefeyê ye, lê ji bo felsefeya Platon ev taybetî girîngiyeke mezinwerdigre. Jiber ku Platon wek navê felsefeya xwe (konseptûalîzm=têgehdanî) hemî babetên hebûnê bironahîkirina têgehan ve dixweze bi nav bike. Yanê hebûn ne tiştekî bînewarî (fenomenal) ye. Ya rastîem bêjin hebûna heq û ya bê şik ne bînewarî ye, ew sedî sed bîrewarî (îdeal) ye. Yanê em dikarinhebûnê bes bi zimanekî herî zelal ya têgehan bi nav bikin û ev jî bîrkarî (matematîk) ye. Ji bo Platonzimanê felsefeyê bîrkarî ye. Û her wiha em dikarin bêjin bi vî rengî di felsefeya Helenîkî de destpêkaFelsefeya Zimanî bi Platon ve dest pê dike.Helbet ji aliyê binavkirina herî zelal ya çareseriyên pirsgirêka hebûnê de Platon gelek mafdar e, kubîrkarî ji xwe re kiriye zimanê resen yê felsefeyê. Helbet di têgîhîştin û bersivdana bi hezaranpirsiyarên nediyar yên aliyê tarî yên hebûnê de, fêylesofekî wek Platon mecbûr e, ku bîrkariyê wekzimanekî yegane binasîne. Lê ev yek jî bi tenê serê xwe nikare çareserkirin yan jî em bêjin bersivdanapirsiyarên felsefeyê pêk bihîne. Jiber ku zimanekî dîtir divê hebe, ku têgeh û binavkên (mefhûm ûtarîf) bîrkarî yên felsefeyê wek dîmensazeke (kompozîsyon) hizrî ava bike û jê felsefeyeke rêkûpêk(sîstematîk) bihafirîne. Ne bi tenê Platon, lê heman hemî fêylesofên girîng yên dîrokî di sazkirinafelsefeya xwe de zimanekî kesane (mûşexas) afirandine. Ji tekstên felsefî-olî yên dîrokî wek Veda`yênFelsefeya Hîndî, sewaneyên felsefî yên Çînî û bi taybet yên Konfûçyûsî û esasen Zenda-Vest`yaZerdadeştî heta fêylesofên Awrûpa yên dema Ronakdemiyê (Ronesansê) û dû re, wek Descartes,Davîd Hume, Kant, Hegel, Nîetzsche û Marks… em vê taybetiya zimanê felsefeya kesane her dibînin.Jixwe ev rastiya dîrokî ya têkeliya ziman û felsefê jî vê yekê dide diyarkirin, ku di pêşkeftinafelsefeyê ya di rêya dîroka kevin ta niha de çend zimanên taybet xwe dane pêş û wek zimanên taybetyên felsefî xwe bi birqînî dane pejirandin. Zimanê Sanskirîtî (Zimanê Medî= Ev gelek nêzîkîKirmanckî ya me ye), Erebî, Hîndî, Çînî, Yewnanî, Latînî û Almanî wek zimanên girîng yên felsefî didîroka felsefeyê de cîhê xwe girtine.Baş e, bo çi têkeliya ziman û felsefe ew qas girîng û taybetiyeke mezin werdigre?Helbet bersiva vê pirsiyarê jî xwedî pêdiviyeke berfireh ya ji bo şêrovekirinê ye. Lê wekî ku me didestpêka vê nivîsê de behiskirî, jiber ku ziman hem xwedî têgeh e û hem jî hemî hevgirêdayinêntêkeliyên dûr û nêzîk yên têgeh û binavkên cûrbecûr ji aliyê derfetên tevina zimanî ve dikeve navderfetê. Ev yek xwe dide diyarkirin ku ziman û felsefe di nav hevûdu de ne û bi şêweyeke dûalîtî(diyalektîk) hevûdu dixin bin bandûrên hev.Ji bo bersiva pirsiyara me ya li jor, berî her tiştî em vê pirsiyarê bikin û bibersivînin?Destikên (hacêt) bingehîn yên felsefe berî her tiştî çi ne?Yanê ji bo çêkirina felsefe berî her tiştî çi divê?Peyîv…Belê ev bersiv têrê neke jî ji bo gav bi gav pêşkeftina me ya di vê mijarê de mecalê dide me.Belê peyîv…Ji bo avabûna peyîvê çi dive? Hevok… Hevok ji çi ava dibe? Kiryar, kirde û lêker… Baş e, di zimanêrojane de ev her sê destik divên û carina jî têrê dikin. Lê ji bo têgîhîştina hebûnên şêlû yan jî em bêjinmijarên neronîkirî de ev hacêt gelo têrê dikin? Na xêr, têrê nakin. Ji bo ku em bikaribin mijarênneronîkirî (mûceret) û hebûnên şêlû (wek azadî, Xweda, gerdûn, evîn, dîn, nirx…) binirxînin di nav vêhevokê de hin destikên bingehîn divên. Têgeh û binasgîn (term), nav, bernav, lêkir û kiryarên derûnîme divên.Belê tam jî di vê astê de em dikevin nav behra derfetên zimanî…Yanê bê ziman çi zanistî, hûner, pîşe, wêje jî çênabe. Lê berî wan felsefe pêdviyeke mezin ya zimanîheye. Bi gotineke din, em dikarin bêjin, felsefe zimanê gerdûnê ye, yan jî ziman ji bo felsefe şêweyatêgîhîştina gerdûnê ye.Bo mînak:Bi tevayî hebûn (Onto=Wahrheit=Existens) têgeha herî berfireh ya felsefeyê ye. Lê em dinihêrin kudi hin zimanan de gelek peyîv û gotin hene ku hemî jî hebûnê binav dikin. Jixwe ev taybetiya wîzimanî derfeteke mezin ji bo felsefeyê dihafirîne.Zimanê me di vê derbarê de bi rastî gelek berfireh e û xwedî derfetên mezin e. Bo mînak, ji bohebûnê carina têgehên gelek cûda jî dihêtin bikaranîn: Tişt, ewg, war, rastî, ar, heyî… Erebî û Almanî jî,ji vî aliyê de gelek zengîn in. Lê hin ziman hene ku ji bo dinasîna gerdûnê çi peyvekê jî nîn in ûpêdiviya zimanên din dibin.Jiber ku di felsefeyê de destnîşankirina (îsbatkirina) pirsgirêkan nabe, li gel vê yekê, diyardekirina(îqnakirina) bersivan heye û ev yek jî bi zimanekî zengîn û xwedî derfeteke mezin divê.Di têgîhîştina hin taybetiyên hebûnê de em têgehên cûda bi kar dihînin. Di zimanê me de derfetênvê mijarê gelek fireh in. Bo nimûne, têgehên hêvîdar û hêvîwar (ûmîdwar): Pêvengên (îlaweyên) …dar û….war di destpêkê de wek hev bihêtin xûyakirin jî, di rastiya xwe de wateyên cûda didin. Hêvîdar, diwateyeke sistbûna hêviyê ye, yanê ew tişt yan jî ew kesên ku em pê hêvî dikin, dikare me nebersivînêjî. Ya rastî hin şert û merc divên ku ew hêviyên xwe bidin û bibin hêvîdar. Lê hêvîwar (ûmîdwar) newisa ye, di vê de heyîndeya (potansiyela) hêviyê bi pêvenga ….war xwe xurt kiriye û çi şert û mercnebin jî, ew wek hêzeke serbixwe heye û war e. Yanê bi gotineke dîtir, hêvîdar ji têgeha hêvîwarê zeyîftirû sistir û berevajî, hêvîwar ji hêvîdar saxlemtir û xurttir e.Cûdatiya wateya van herdu têgehan di axiftina rojane de belkî pir nahête seh kirin jî, lê di mijarênfelsefeyê de cûdabûna wan bi têgehên bîrkariyê, wek -5+3: -2 û 5-3= 2 jihev cûda nin. Û ev nesehkirinawateyên cûda di mijareke felsefeyê de encamên pir cûda yên wek -2 û 2 dide.Dîsa di zimanê me de ewk û tişt wek têgehên „heyînên” nezelal pir dihêtin bikaranîn. Di axiftinarojane de gava hin zanehî nehêtin bîra me, em peyvên tişt yan jî ewk bikar dihînin û carina ew herdutêgeh dikarin cîhên hevûdu bigûherînin jî. Lê em ti caran „tişt” ji bo mirovan nikarin bikar bihînin. Lê„ewk” ji bo tiştên cûda û mirov dihête bikaranîn. Wateyên wan „heman” e, lê cîhê bikaranîn de jî cûdane. Mîna -2 û 2, di bikaranîna pirsgirêkên felsefeyê de tevlîhevkirina wan encamê dixeletîne. Dizimanê Almanî de jî ev yek wisa ye: „Ding” û “Sache” ji hev cûda dihêtin bikaranîn.Bifikirin ku ev herdu têgeh yekser bingehên mijarên felsefeyê ne, yanê hûn di teksteke pir kin yafelsefî de dikarin bi dehan car ev têgehan bibîhîsin, jiber ku bê wan felsefe nahête kirin. Lê dîsabifikirin ku di zimanê Tirkî de (ku ew zimanê xwe wek avzêya hemî zimanên cîhanê dihesibînin ûnavê wê çalakiya xwe ya xeyalî jî kirine Bîrdoziya Zimanê Rojê „Güneş dîl teorîsî”) ev peyîv tune ûtekbûna peyva Erebî ya „eşya” wek „şey” dibêjin û wê jî di her mijarê de wek hev bikar dihînin.Helbet di vî zimanî de felsefe çênabe, çêbe jî bi alîkariya zimanekî dîtir dibe. Bi rastî jî di tekstên felsefîyên Tirkî de ji sedî heftî peyvên Erebî û Îngîlîzî dihêtin bikaranîn. Her wiha tekstên dadwerî, ramyarî,bîrkarî û bîrdoziya zanistiyê de jî rewş bi heman şêweyî ye.Girîngiya têgeh û nasgînên zimanî di bizava felsefeyê de çi ne û di çareseriya pirsgirêkên felsefî deçawa dihêtin çesbandin?Têgeh girîng e, jiber ku têgîhîştin bingeha zimanî ye, yanê prensîba yekemîn ya avabûna zimanî, bitêgîhîştina gotinê ve dest pê dike. Helbet her gotin ne têgeh e, lê her gotin yan jî peyîv, ji bo avabûnatêgehekê bingeh çêdike. Bo nimûne, hebûn wek peyveke îhtiyadî nav e. Navê her tiştî ku he ye, lê tiştêheyî eger beranberî „têgîhîştineke“ gelemperî ya hizra mirov pêk bihîne, wê çaxê em peyva hebûnêwek têgeh bikar dihînin.Lê di vê têgîhîştinê de êdî wateya rojane ji holê radibe û di dêlva wê de têgîhîştineke bi dewrabizaveke ramanî xwe dide diyarkirin.Ev bizaveke ramanî çawa xwe dide diyarkirin?Hebûn wek têgîhîştineke berfireh, ji gerdûnê ta hîçbûnê cîhekî mezin dagir dike. Yek bi yek mase,av, mirov, cîhan ne bi tenê heyîneke cismî, lê di heman demê de bi heyîneke di hizra mirov de gavacîh bigre, wê wextê êdî dewra navbûna heyînî xwe digîhîne roleke felsefî ya mijara beşeke bingehîn yaheyenasiyê.Ne wek ava qedeheke vexwerinê, lê em avê, wek hebûneke bingehîn ya xwezayê dikarin bifikirin ûbi bizaveke navdanî (nomînalîzm) av wek têgeh êdî xwe digîhîne dîsîplîneke hizra avê yagiştî-gerdûnî. Hebûn û Hîç jî heman vî rengî, wek du têgehên dijberî hevûdu, lê di heman demê deberdewama hevûdu, dikevin nav bizava felsefî.Çawa?Hebûn û hîç di nav hev de, yan jî em bêjin di dû hev de xwe her dem dikarin nûger bikin. Eger hîçnebe, hebûn jî nabe, yanê di „dawiya“ sînorên hîçê de hebûn dest pê dike.Bi zimanekî bîrnasî (mantiqî) gava em li vê mijarê binihêrin, mirov dikare bêje, ku gerdûn jipêkvebûna hebûnê û hîçê ye. Di vê meşandina bîrnasiyê de çi hebûn û çi jî hîç êdî wateyên xwe yênrojane bi xwe re nagerînin, vegûherîneke cewerî di van têgehan de diqewime, yanê êdî hebûn diwateya „hebûna tiştekî“ û hîç jî „nebûna tiştekî“ dihête hizirkirin. Jiber ku wekî yek ji herdu endamêngerdûnê hîç jî êdî hebûnekê ye…Dewra zimanî ya wek bizaveke dîsîplîna resen ya felsefeyê, di vê de dest pê dike. Ziman di vêbizavê de navên heyîneyên gerdûnî ji nav, bernav, lêker û yan jî bi dewr û erkeke îhtiyadî derdixîne ûwê dike têgeheke felsefê.Belê, jiber vê hindê, felsefe bi wî zimanî ve çêdibe, ku ew ziman ji bo dewr û erka vegûhertinê ya liser „navên“ heyîneyan de dikare xwe biçespîne û qasî vê bizavê jî xwedî derfetên zengîn yêntêgîhîştin û danûstandina bizava di navbeyna raman (mirov) û hebûn-hîçbûnê (gerdûn) de bihafirîne.Di vî warî de, wek me berî niha jî destnîşan kiribû, ku bi rastî zimanê Kurd xwedî derfetên zengînyên afirandin û hûnandina têgehên felsefeyê ne. Helbet ev nihêrîn ne wek pêşbirdeyeke (îdîa) hestaneya neteweperestiyê hatiye pêş xistin, mînakên ku vê nihêrîna me piştrast dikin, gelek in.Yek ji van di binavkirina cîhê netewan, yanê welat… Di zimanê me de gelek peyvên xas yên me bixwe hene: welat, niştiman, war, ûrd, stan… Ez texmîn nakim ku çi zimanekî cîhanî de ew qas peyvên diheman yan jî nêzîk wateyê de hebin. Em ji têgeha dawî dest pê bikin… stan, yan jî istan, ji bo welatênrojhilatî de piranî wek peyveke dawî navê netewe dihête bikaranîn û navê wî welatî dihemberîne(tekabûl dike). Pakîstan, Turkîstan, Tûrkmenîstan, Ermenîstan, Ozbekîstan, Çeçenîstan, Kurdistan…Baş e, ev têgeha istanê ji peyva me ya lêkerî ya standinê avzê bûye. Standin, bi dest xistin e û ya xwekirin e. Axeke ku ji aliyê qewmekî bihête bi dest xistin, standin û welatkirin, war kirin. Baş e, çima bitenê di zimanê me de ev peyîv „stand“ „standin“ di wateya bidestxistin, yan jî bidestkirinê dihêtebikar anîn û di zimanên din, bo nimûne Tirkî, Farsî, Hîndî û her wiha di zimanên din de ne wisa ye.Peyva „stand“ di zimanên din de, bi Erebî „iye“ (peyva xwedîbûnê), Almanî „landen“ û her wiha dizimanên din yên Awrûpî de jî wek „land“ dihête bikaranîn. Dewra têgeha „stan“ê di zimanê me dexwedî derfeteke pir fireh e û bi rastî hemî hewce û daxwezên girîng yên mijarên felsefeyê dikarebibersivîne. Di zimanê me de „standin“, „stan“ û „starbûn“ dewreke wisa dide diyarkirin. Yanêqewmekî xwedî axekê dibe, yanê wê bi şer yan jî bi taqas bi dest dixîne.Ev peyîv jî (taqas) têgeheke ecêb ya Kurdî ye û gelek ziman ev peyîv bikar dihînin. Taqas, ew gotine ku, tu tiştekî xwe yê bi qasî nirxa wî tiştî, bi tiştekî din yê kesek yan jî layek din ve digûhezînî. Yanêew tiştî tu pê digûhezînî, ta… qasî… tiştê te yê bi xwe ye. Niha mirov pirs bike, di kîjan zimanî de (jibilî Kurdî) peyva qasî heye û di vê wateya derfeta gûheztinî dihemberîne?Ta-qasî: Guheztina tiştan bi hemnirxê veNiha em li ser vê têgehê hinek din rawestin… Peyva …ta… yan jî heta di wateya dûranî yan jînêzîkaniya di navbera du tiştan diyar dike. Peyva qas, qasî jî, pîvana nirxahî, firehî, mezinî, biçûkî,ûwd. dibersivîne. Gava ta û qas dibin yek, di nav hev de hem wateyên xwe yên berî bar dikin û hem jîwateyeke nû ya ji kevin avabûyî dihafirînin û dihên wateyeke hevbeş:Bizava gûheztina du nirxên wek yan jî qasî hev…Niha em dîsa vegerin li ser têgeha welat û hevwateyên xwe yên din. Niştîman, koka nişte (cîhê kutê de star dibin) yan jî niştecîh û man, mayîn avadibe. Yanê cîhekî niştebûnê êdî bûye kiryarekeberdewamî û bi lêkera manê ve têgeha Niştîmanê ava kiriye. Mirov gava bala xwe baş bidiyê ser,bizava ramanî ya herdu peyvên cûda (nav: nişte û lêker: man) xwe digîhînin têgeheke nû ya biwateyên kevin û nû: Niştîman wek zimanekî felsefî, Kurdî ji tîpan ta peyîv û bêjeyên resen xwedîderfetên wisa zengîn û berfireh e.Jiber ku bingeha felsefeyê, bîrkarî (matematîk) ye, (me di nivîsa berî niha ev diyar kiribû ku çima),bingeha zimanî jî bîrnasî (mantiq) ye.Bi şêrovekirineke zelaltir, mirov dikare bêje bîrnasî ji bo avakirina destpêke çareserkirina pirsgirêkên bîrkariyêbingehê çêdike, yanê rêbazên (metod) çareserkirina pirsgirêkên bîrkariyê ji bîrnasiyê ava dibin. Li hember vê jî,encama bersivên pirsgirêkên bîrnasiyê jî, bi bizava bîrkariyê ve pêk dihê.Bi gotineke din wek dîsîplîneke felsefî, bîrnasî bingeha bîrkariyê ye. Bi heman bi vî rengî jî, zimanwek bizaveke ramansaziyê, ji bo felsefe derfeta bîrnasiyê ye. Yanê ziman û bîrnasî bizaveke di nav hevde, felsefe û bîrkarî jî wek wan bizaveke di nav hev de dimeşînin. Helbet sînorên wan wisa bi xetênzelal û berbiçav nahête ji hev cûdakirin, têkeliyeke piralî û berfireh di navbeyna van dîsîplînên ramanîde heye, lê dîsa jî bi danasîneke giştî em dikarin ev sînoran destnîşan bikin.Em dikarin van têkelî û sînorên van dîsîplînan wisa destnîşan bikin:Ziman û BîrnasîMirov hebûneke zindî yeHer zindî dimirinHer mirov dimirinBîrkarîA//BB//CA//CFelsefeMirov hebûneke zindî yeHebûnên zindî rojekê dimrin.Mirov jî rojekê dimirinWek bîrnasiya zimanî, bîrnasiya felsefê, têkeliya nav û lêkerê dewreke têgehî dihafirînin û evbizaveke felsefeya ziman e. Û jiber pêkanîna vê bizava felsefî, zimanekî bi derfeteke mezin ûberfirehbûna têgehan divê. Ji bo vê jî di zimanekî de bêjeyên „pirnavî“ divên.Pêwîstiyeke din ya ji bo vê bizava ramanî, ew e ku, divê têkeliyeke xurt û berfireh di navbera tîp, gotin, pêyîv,nav û lêkeran de hebe, ku ew ziman bikaribe têgehên zengîn ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên bîrnasî û felsefeyêbizavê bike.Bo mînak:Heyenasî – Ontolojîh – he – he/yî – he-bûnh – he – he/çi – hîç-bûnXwedax – xwe – Xwe/da – Xweda ….. Xwe yê ku dayîXwezax – xwe – Xwe/za – Xweza …… Xwe ya ku zayîXwenas – kovara felsefî, wêjeyî, ramanî û rexneyîsê mehane derdikeveBerhemeke ji Weşanên SORAN eEdîtor : Zeynel Abidîn HanBerpirsiyariya Redaksiyonê: Zagros BaranGrafîk û Design : Gazîn Hanemail: [email protected]://www.facebook.com/kovaraxwenasÇap û Grêdan : Concept Medienhaus GmbHBülowstr. 56-57 10783 BerlînTel.: 0178 780 76 83ISBN 978-3-981668-67-4

Nerîna min :