Xwekuştina PKK ê
Qet na bêjim ‘eybe şerme, li sere nivîsa xwe ezê gotina xwe ya ‘min gotibû’ binivîsim. Çimkî gotina min ew qas ne girînge. Tiştek şerme ku zilamê li Stenbolê bizanibe û binivîse lê rêvebira PKK ya li Qendîlê nizanibe, hem jî girînge. Korîtiyek wisaye ku tiştên li holê jî nabîne û heke di bin emre wan de pere û bi hezaran zilamên bi çek hebe, ev yek ji bo Kurd û Tirkên li vî welatî dijîn re talukeye, wê sere wana bixe belayê de.
Apo gotibû ku;’di mizakereyan de em gihatine xala lihev kirine.emê lihev kirina hêrî mezin ya di dîroka Kurdan de mohr bikin, êdî ne hewceyê şerê gel yê şoreşvane.’ Piştî vê rêvebiriya PKK tam li dijî van gotina tevgera û şer zêde kir. Min jî gotibû ‘ev şer weke şerê berê nabe’ .
Weke rojê li holê bû ku ev şer weke şerên berê nabe. Di şerekê 30 salî de, artêşa ku şike dikir, ber biçav eskerên xwe feda dikir û xirakirina hikumeta qanûnî ji xwe re kiri bû armanc, li ser sûc hat girtin. Generalên wê jî ciza dixwin.
Dîsa li holê ye ku, êdî xeletiyên weke Dağlıca, Aktütün, Hantepe yê nayê kirin. Ji wir şûnde yê xeletî bike, wê berdêla wê bide. Di dinyayê de artêşa herî kambax jî heke xwediyê heronan, uydiyan û alavên teknolojîkî be, dikare qereqolên xwe biparêze.
Min gotibû ku êdî PKK nikare li çiyayan şer bike, wê mecbûrî dagere bajaran’ û min pêve kiribû ‘ev yek jî xwe kuştina PKK ye.
Niha em vana yek bi yek dijîn. PKK bi derketina ji gotina Apo ku şerên girîng qezenç kiribû, xeletî kir. Nekarî şerê navxwe derêxe.
Hin sedemên vê rewşê hene.
Endamên PKK ku 30 salin li serî çiyane, bandora pêşvekirina demokratîkî fêhm nekirin. Guherîna jiyanê baş nexwendin. Fêhm nekirin ku êdî herdu gel ji vî şerî aciz bûne. Rewşenbîrên Tirk zordariya çekan ji ser xwe rakirin, lê PKK fêhm nekir ku rewşenbîrên Kurd ji zordariya çekan hez nake. Nabînin ku êdî ji bo kuştinê iqna kirina mirovan zore. Rêvebirên PKK weke Generalên me yên berê guh nadin rexneyan, hişyariyan û tu kesî. Îro ji ber ku tişta li çiya digeriyan nedîtin, dageran bajaran.
TAK dibêje ezê sivîlan hedef bigirim. Bi vê yeke heqîqetek mezin davêjin paş guhê xwe. Çimkî rêxistinên weke PKK bi stranên lehengiyê rêve diçin. Strana Oremarê ku di xêlan(dawetan) de jî tê gotin, çîrokên lehengiyê dihundirîne. Mirov dibêjin ‘kurê min li serê çiyayan şer dike’ û bi vê yekê xwe ser bilind dibinin. Nikarin bibêjin ‘kurê min li bajaran bombe davêje ser mirovan’ di nav bera van herduyan de hinge çiyayan ferq heye. Tu kes pesna kuştina polisekê ku mal digere, Yunusekê ku motora xwe temîr dike an jî jina ku maça qada xaliyê temaşe dike, nade.
Niha PKK bi navê din TAK dibêje ezê sivîlan bikujim. Ev tiştek ne zore. Lê bila neyê ji bîrkirin ku, bi vê yeke wê navberek gellek mezin bikeve navbera girseyên gel û PKK de. Ev jî tunebûna PKK ye. Hemûyê dinyayê jî wê li pêş vê derkeve. Parastina PKK ji herkesî re wê bibe sûcek navnetewî.
Belkî tu kes vê nivîsê naxwînê. Heke Xwedê ‘emir bide min, ezê nivîseka din ya ‘min gotibû’ ji we re binivîsim.
Ahmet Altan
www.xeberenkurdi.com