Polîtîk

BDP diçe parlementoyê

BDP 1-ê cotmehê vedigerê parlementoyê û sund dixwe. BDP îro li Diyarbekirê dicive û biryara vegera parlementoyê distine. Piştî civînê wê serokê BDP-ê Selahattin Demirtaş biryara vegera parlementoyê ragihîne.

Endama meclisa BDP-ê Meral Daniş Bektaş di vê  derbarê de da xuyakirin ku, biryara çûyina parlementoyê hatiyê dayin. Herweha da xuyakirin ku dê îro piştî civina li Diyarbekir, wê ev biryar û sedemên biryarê ji bo raya giştî bête ragihandin.

Back to top button