Polîtîk

Xortên Rojavayî dixwazin partiyên wan yek deng bin

Xortên çalakvanên Kurdê Rojava daxwaza yekgirtin û yekhelwestiyê ji Partî û aliyên siyasiyan dikin

Hejmarek genc û xortên çalakvanên Kurdên Rojava bi mebesta daxwazkirina yekgirtin û yekhelwestiya Partî û aliyên Kurdî yên Rojava li ber Hotel Capital ku cihê mayîna Partiyên Kurdên Rojavaye, xwepêşandanek encamdan. 

Bi gotina diruşma bijî yekîtiya gelê Kurd û bi bilindkirina hejmarek posteran ku naveroka wan daxwazî bûn ji bo yekhelwestî û gihîştina bi hevhatinekê ku paşeroja Kurdên Rojava ber bi asoyeke geş û bi berhem bibin, çalakvanan xwepêşandanek pêkanî. 

Wekî tê zanîn ku ji bo demekî hinek partiyên rojavayê Kurdistanê li bajêrê Hewlêrêne û li jêr çavdêriya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi navê navberîkirinê Leyla Zana endamê Parlemena Tirkiyê û Osman Baydemîr Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê di guftûgoyê dane ji bo gihîştina li hevhatinekê. 

Back to top button