Mîr Celadet: Al namûs, rûmet, bextê miletane
Her milet xweyîyê alekêye, Al nişana milet û welête milet û welate, Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye.
Al namûs, rûmet, bextê miletane, Zarowên her miletî ji bona bilindî û bikedirbûna ala xwe, bê perwa xwe didin kuştin, Ala her miletî jêre behaye. Di cejn û şahînetan de qesir, xanî û koçeyan pê dixemilînin, di ber wê re diborin, silavan lê dikin, wê maç dikin, datînin ser serê xwe.
Alên miletên bi serxwe, di ser kelat û bajarên wan re li pêl dibin, di rêvêeçûna leşkerî de divekin pêşiyê.
Lê alên miletên dîl, wek ya miletê me, ji her derê bi derkirî, Li hevtewandî, li ser dilê zarowên wan de hilandî ne.
Miletên dîl dixebitin, xwînên xwe dirjênin ko biyanîyan ji welatê xwe biqewirînin û alên xwe li ser kelat û bajarên xwe ji nû ve daçikînin.
Ala her miletî bi çend rengan û bi şiklekî dine.
Ala Kurdan ji jor ber jêr ve, ser hev; sor, sip, û keske, di nava wê de roj diçirise.
Divêt zarowên Kurdistanê bixebitin û rojekê barê vê rayê hilînin, ber bi ezmanê Kurdistanê ve bilind bikin, li wê bi birûskînin, welatê xwe ser avahiya xwe a pêşîn vegerînin û di bin tava wêre bi serxwe û bi kamiranî bijîn.
Mîr Celadet Alî Bedirxan