Nivîsar

Xiyaneta Kerkukê, Şengalê, M. Selîmî, Mûçeyê…

Hezar mixabin li Dewleta Federe ya Kurdistanê xiyaneta Kerkukê, Şengalê, Mistefa Selîmî, bi xiyaneta Mûçeyê dom dike…

Hîç şik tune ye ku Dewleta Federe ya Kurdistanê ji bona hemû beşên Kurdistanê û kurdên li dinyayê xwediyê giringî û mîsyoneke mezin e. Lewra Kurd bes li Başûrê Kurdistanê desthilatdar û serwer in. Mafên xwe yên milî bi her awayî dimeşînin û pêş dixin.

Ez dikarim bibêjim ku ji bona kêmaniyên neteweyî û dînî û mezhebî jî mafparêz e. Kêmanî bi hemû rengan li Kurdistanê mafên xwe bi kar tînin. Xwediyê partiyên xwe ne. Xwediyê telewîzyon û radyoyên xwe ne. Di haman dem de bi partiyên xwe yên siyasî berpirsên xwe yên parlamentoyê hildibijêrînin. Di Hikûmeta Kurdistanê de xwediyê ciyekî girîng in. Bi zimanê xwe perwerde dibin. Zimanê kemneteweyan, zimanê fermî ye. Ol û mezhebên ne îslamî qasî ol û mezhebên îslamî xwediyê maf in.

Dewleta Federe ya Kurdistanê ji bona herêmê û Iraqê jî gelek girîng e.

Ji bona Iraqê girîng e, bes bi piştgiriya Kurdistanê li Iraqê hikûmet dikare ava bibe. Bi mehan e ku serokwezîrê Dewleta Federe ya Iraqê dest ji postê xwe berdayê, hîn li Iraqê hikûmet ava nebûye. Li Iraqê aramî tune ye û bi mehan serhildanên sivîl domand û sedan kes hatin kûştin. Ereban berê xwe dan Kurdistanê li Kurdistanê bi cî bûn û ji bona xwe jiyaneke aram pêk anîn.

Dewleta Federe ya Kurdistanê ji bona Rojhilata Navîn jî ciyekî aram e. Heger Deleta  Federe ya Kurdistanê nebe li Iraqê têkçûn û tevliheviyeke gelek mezin çê dibe. Ew ji bona dewletên dagirker yên cîran û dewletên din dê bibe pirsgirêkeke ewlewî û aramî ye.

Dewleta Federe ya Kurdistanê ji bona dinyayê jî gelek girîng e. Ji bona dewletên dinyayê yên mezin Emerîka, Fransa, Engilîstan, Îtalya, Siûdî Erebîstan, Urdun, Tirkiyê jî gelek girîng e. Ji bona konsoloxaneyê wan  û ji bona balyozxaneyên wan û ji bona leşkerên wan, Kurdistan ciyê ewlewî û aram e.

Gelek dewletan konsolos û balyozxaneyên xwe anîne li serekbajarê (payîtexta) Kurdistanê li Hewlêrê bi cî kirine.

Dewletên mezin yên dinyayê di danûstandinên xwe de ji Dewleta Federe ya Kurdistanê re mûameleya dewleta serbixwe dikin. Qiymeta Dewleta Federe ya Kurdistanê ji Dewleta Federal ya Iraqê zêdetir e.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokê Dewleta Federe yê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li dinyayê xwediyê prestîjeke mezin û qedr bilind û girîng in.

Ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê di sewiya dewleta serbixwe de mûamele dibîne û ciyê aramî ye û ji bona hemû kurdan hêviyeke mezin e dewletên dagirker bi xwe û bi destê PKKê êrişên mezin kirin ku desthilatdariya Kurdistanê têk bibin.

Belê dem-dem zirareke mezin ya aborî û siyasî û leşkerî  gîhandin Dewleta Federe ya Kurdistanê. Lê dibin pêşengiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de ev êrişan şikestin. Dewleta Federe ya Kurdistanê hat parastin. Kurdistan ji her alî ve pêşket.

Bi taybetî jî di wê qonaxê de kiryarên PKKê gelek xeter bûn. Ew xeteriyan daketin nav bajaran. Encama wan êrişan gelek gundên kurd vala bûn û gelek gund jî ketin bin zûlm û zordarî û dîktatoriya PKKê.

Pişt re jî Şengal û gelek deverên din yên Kurdistanê jî, bi piştgiriya dewletên kolonyalîst a Îranê û Iraqê ji aliyê PKKê de hatin îşgal kirin.

Di Ilona 2017an de piştî Referandûma Serxwebûna Kurdisrtanê ku encam ji sedî 93 derket kû neteweya kurd û Kurdistanî dewleta serbixwe dixwazin, wê demê lîstikên Dewleta Navendî ya Iraqê, Dewleta Îran û Tirk dest pê kir.

Encama ew plan û êrîşê bi piştgiriya guruba xayîn a YNKê û PKKê û gelek terefên din yên li dijî dewleta serbixwe ya Kurdistanê, Kerkuk hat îşgal kirin. Hêza Îranê ya Haşdî Şabî li Kerkukê bû desthilatdar. Hemû hêjayî û dezgehên kurdewar û Kurdistanê ji holê rakir.

Di van rojêm dawî de li Dewleta Federe ya Kurdistanê li dijî hiqûq û serweriya Kurdistanê îxaneta Mistefa Selîm hat rojevê. Berpirsiyarên YNKê Mistefa Selîmî teslîmî Îrana Barbar kirin, Îranê bi lez ew darva kir. PKKê jî ji bona berjewendya Îranê, piştgiriya biryara Mistefa Selîmî ya YNKê kir.

Di heman rojan û li heman herêmê de xiyanete Zina Wertê derket holê. PKK û xayinên YNKê li dijî serweriya Kurdistanê tevgeriyan.

Nûha jî xiyaneteke din pêk tînin. Hewl didin ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê mûçe nede Kurdistanê.

Gor makezagona Dewleta Federe ya îraqê statuya mûçeyê zelal e û par a Kurdistanê diyar e. Hikûmetê Navendî heqê wan tune ye ku nedane mûçeya Kurdistanê bike.

Di derbarê vê pirsê de parlamenterekî Gorran Behar Mehmûd wûsa dibêje: Bexda nikare mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê bibire.

“Ragirtina budceya herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve karekî wisa asan nîne û li gor destûra Iraqê, rêkeftin hatiye kirin û pêwîste hikûmeta herêmê û Bexda pêbendbin bi wê rêkeftinê ve.

“Eger hikûmeta herêma Kurdistanê rojane ew nefta ku hatiye diyar kirin, henarde bike û radestî Iraqê biek, ‘’Bêguman hikûmeta Iraqê nikare beşa budceya herêma Kurdistanê bibire. Ya din jî hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê rêkeftin dikin û Bexda jî budceya herêma Kurdistanê nabire.’’ (Basnews)

Lê Parlamenterekî kurd ê piştevanê xiyaneta 16ê cotmehê dibêje ku “Baş bû ku Bexdayê mûçe birî.”

 Parlamenterê kurd ê Şebek, ku yek ji piştevanê xiyaneta 16ê cotmehê ye Henîn Qedo di civîneke çapemeniyê de ragehand, “biryara encûmena wezîrên Iraqê derbarê ragirtina şandina mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê ‘’Pêngavekî zerûrî  û giring bû, herçend dereng jî ew biryar hatibe dayîn.’’ ( Basnew)

Ev helwesra jî xiyaneta mezin e li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê..

Edî zelal bû ku xiyanetên berpirsiyar û parlamenterên YNKê dê di qonaxa nû de dom bikin.

Divê Hikûmeta Dewleta Federe ya Kurdistanê bi piştgirya gel pêşiya van xiyanetan bigre. Ew kesên xiyanet kirî ji bona dadgeh bibin û siza bibin, derfet çê bilkke.

Divê ew xebata bi lez bê kirin.

Dûr nîne ku xeterî mezintir bibe û destwerdana dewlatan zêdetir bibe, xeteriyên mezin çê bibin.

Diyarbekîr, 01. 05. 2020

İbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmailcom)

Back to top button